Di bin bombebaranê de tovên jiyanê direşînin 2016-05-10 10:24:51 ŞERÎFE ORUÇ AMED (DÎHA) - Li gundê Kerwas a Licê bi hatina biharê re jinên ku bi berbangê re dest bi kar dikin li gel qedexe û bombebaranê tovên jiyanê li her derê direşînin. Jinan bertek nîşanî bombebaranê dan û gotin "Piştî bombebaranê em dîsa diçin û axa xwe cot dikin." Bi hatina biharê re bi taybet li gund, mezrik û zozanan jiyan bi hemû xweşî û geşiya xwe re xwe dide der. Yek ji gundên ku di mehên biharê de car din geş dibe jî gundê Kerwas ê Licê ya Amedê ye ku di sala 1993'an de ji aliyê dewletê ve hatibû xirakirin. Her çiqas şêniyên gund piştî xirakirina gund berê xwe dabin navenda Licê jî bi hatina biharê re bi taybet jin berê xwe didin gund û karên biharê dikin. Di saetên sibehê de bi dotina pez re karê rojane destpê dike û bi çêrandina wan didome. Piştî taşteya ku tê kirin jî vê carê li zeviyan dest bi rijandina xwêdanê dikin. Keda jinê tê bombebaran kirin Jinên ku piştî karên giran bi temaşekirina Gola Bêbinê bêhna xwe vedidin, bertek nîşanî êrîşên demên dawî kirin. Piştî ku hêzên dewletê bi biryara "herêmên ewlehiyê" qedexe anîn ser gundan, bi bombebaran ku tê kirin re hemû keda ku tê dayîn tune dibe. Her çiqas keda jinê bi bombebarana giran re tê tunekirin jî jin bi rihê berxwedanê car din berê xwe didin axê û tovên jiyanê direşînin. 'Têkîliya me bi axê re weke têkiliya dê û zarok e' Yek ji jinên ku bi berbangê re dest bi karên rojane dike û heya saetên dereng didomîne Nurpen Bozkuş, behsa karên rojane dike. Bozkuş anî ziman ku li her derê gund keda jinê heye û got diya wê bi xwe jî li gel ku 68 salî ye di saetên sibehê de berê xwe dide zeviyan û wiha berdewam kir: "Têkîliya me bi axê re cûda ye. Weke ku dayikek ji zarokê xwe hez bike. Me bi axê re jiyanê nas kiriye, me bi axê re karê xwe kiriye." 'Ez li gund çiqas bixebitim jî nawestim' Bozkuş got ku ji ber rewşa malê nikarin zivistanê li gund bimînin û wiha pê de çû: "Ez ji jiyana gund pir hez dikim. Ji ber vê yekê ez naxwazim ku zivistan were. Dema zivistanê ez diçim Amedê bêhna min teng dibe. Ez li gund çiqas bixebitim jî nawestim." 'Bombebaran zirarê dide hilberînê' Bozkuş bi gotinên "Dema em dibînin tiştên ku me bi destên xwe çandiniya wan kirine şîn dibin em gelek kêfxweş dibin" têkiliya xwe ya bi axê re anî ziman û balê kişand ser bombebarana ku di demên dawî de tê kirin. Bozkuş diyar kir ku bombebaran li ser hilberîna wan jî bandor dike û wiha axivî: "Çiqas dixwazin bila ewqas bombe bibarînin. Emê serî li ber zilmê netewînin û li ber xwe bidin. Ew çiqas êrîş bikin emê jî ewqas li ber xwe bidin. Emê dest ji gund û bajarên xwe bernedin." Bozkuş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bombebaran ku tê kirin belasebep e û got "Piştî ku ew bombe dikin em diçin û ji nû ve axa xwe cot dikin." (sy)