ÎSÎG: Di dema AKP'ê de 17 hezar 57 karkerî jiyana xwe ji dest da 2016-05-09 12:35:14 STENBOL (DÎHA) - Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan, duh di 8'emîn Konferansa Ewlehiyê û Tenduristiaya Kar de axivî, ne karsaz, karker sûcdar kirin. Piştî axaftinên Erdogan, berteka Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) dereng nema. ÎSÎG'ê komkujiyên karkeran ên li Soma, Davutpaşa, Ostîm, Torunlar, Isparta, Duzce, Ermenek, Esenyurt, Erzirom, Samsun, Gulluk û Elbîstanê bi bîr xist û aşkera kir ku di dema hikûmeta AKP'ê de herî kêm 17 hezar 57 karkerî jiyana xwe ji dest daye. Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) bi daxuyaniyekî bersiv da axaftinên Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan yên duh di 8'emîn Konferansa Ewlehiyê û Tenduristiaya Kar de pêk anîbû. Erdogan di axaftinên xwe de ne karsaz, karker sûcdar kiribû. ÎSÎG'ê hin axaftinên Erdogan ên di çapemeniyê de derketibûn pêş wiha rêz kir: "Ji Wezîrê Xebatê û ekîba wî re kêfxweşiya xwe anî ziman, di serî de ji dayikên kesên li Somayê jiyana xwe ji dest dane, roja hemû dayikan pîroz kir, da diyar kirin ku di aliyê derfet, pere, teknolojiyê de tu kêmasî tune ye û pêşî li mirinên karkeran dikare bê girtin, divê berdêla afrîneriyê ji hêla patronan ve bê daxistin, divê buhayê karê bê zêdekirin, mirov û makîne wekî hev neyên girtin û ev bê rexnekirin..." Erdogan dema diaxivi karkerek mir ÎSÎG'ê diyar kir ku dema Erdogan diaxivî, li Doşemealti ya Antalyayê karkerekî jiyana xwe ji dest daye û ev tişt hat gotin: "Di înşaetekî de karkerê bi navê Omer Gundogdu ê 56 salî dema li înşaetê qalib ji hev derdixist, di valahiya darinceyê de ket û jiyana xwe ji dest da." Di dema AKP'ê de 17 hezar 57 karker mirin ÎSÎG'ê di daxuyaniya xwe de bertek nîşanî daxuyaniyên Erdogan da û ev tişt got: "Hûn dixwazin kongreyan li darxin, hûn dixwazin gotebêjan pêk bînin, rastî naguhere." ÎSÎG'ê piştrast kir ku sala 2002'yan vir ve AKP li ser desthilatdariyê ye û di vê demê de 17 hezar 57 karkerî jiyana xwe ji dest daye. ÎSÎG'ê du mehên dawî yên sala 2002'yan yên AKP'ê û salên din bi van daneyan raxist ber çavan: "Di du mehên dawî yên sala 2002'yan de herî kêm 146 karker, di sala 2003'yan herî kêm 811 karker, di sala 2004'an de herî kêm 843 karker, di sala 2005'an de herî kêm hezar 96 karker, di sala 2006'an de herî kêm hezar 601 karker, di sala 2007'an de herî kêm hezar 44 karker, di sala 2008'an de herî kem 866 karker, di sala 2009'an de herî kêm hezar 171 karker, di sala 2010'an de herî kêm hezar 454 karker, di sala 2011'an de herî kêm hezar 710 karker, di sala 2012'an de herî kêm 878 karker, di sala 2013'an de herî kêm hezar 235 karker, di sala 2014'an de herî kêm hezar 886 karker, di sala 2015'an de herî kêm hezar 730 karker, di sala 2016'an de herî kêm 586 karkerî jiyana xwe ji dest dane." Di daxuyaniyê de hat aşkera kirin ku tişta li Tirkiyeyê diqewime "rejîma cinayetên kar e" û li ser komkujiyên li Soma Davutpaşa, Ostîm, Torunlar, Isparta, Duzce, Ermenek, Esenyurt, Erzirom, Samsun, Gulluk û Elbîstanê hat rawestandin. (ms)