Li Sûrê di 160 rojan de 600 mîlyon TL zirar 2016-05-09 09:09:14 AMED (DÎHA) - Li Sûrê ji ber dorpêç û qedexeyan di 160 rojan de bi sedan kargeh îflas kirin bi sedan dikan jî di êrîşan de zirarên mezin dîtin. Alîkarê Serokê DTSO'yê Metîn Aslan da zanîn ku ji ber qedexe û dorpêçê 600 milyon TL zirar heye, Serokê DÎSÎAD'ê Burç Baysal jî anî ziman ku ji ber vê rewşê 40 hezar kes mexdûr bûne. Ji ber qedexe û dorpêça li navçeya Sûrê ya Amedê ku ev 160 roj in didome, bi hezaran cihên kar ji ber êrîşên hêzên şer ên hikumeta AKP'ê an hatin girtin, an hatin xirakirin an jî şewitandin. Ji ber ku dorpêça li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê berdewam dike, derbarê dika nû cihên kar ên wan deran agahî nayê girtin. Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) diyar kir ku bi sedan dikan jî bi girtinê re rû bi rûne. Alîkarê Serokê Lijneya Rêvebir a DTSO'yê Metîn Aslan da zanîn ku cihên ku heya niha nehatine girtin jî kireyên xwe ji bêrîka xwe didin û eger rewş bi vî rengî berdewam bike dê di demeke kurt de hemû îflas bikin. 'Rewşa Sûrê bandor li ser Amedê dike' Aslan destnîşan kir ku li Sûrê ji ber dorpêçê gelek otel, loqente û dikan hatine girtin û di nav 160 rojên dorpêçê de 600 mîlyon TL zirara aboriyê çêbûye. Aslan diyar kir ku eger rewş bi vî rengî berdewam bike dê zirar zêdetir bibe û dikanên vekirî jî bêne girtin. Aslan da zanîn ku nêrîna sektora finansê ya li hemberî Sûrê jî guheriye û wiha axivî: "Faîza krediyên ku ji esna û bazirganên Sûrê re tê dayîn ji berê bilindtir e. Banka jî weke berê zû bi zû krediyê nadin. Rewşa Sûrê bandor li ser aboriya Amedê dike." Aslan her wiha anî ziman ku li Amedê ji sedî 25'ê îstîhdamê di sektora înşaatê de ye û ji ber qedexeyan ev sektor jî sekiniye. Aslan di dawiya nirxandina xwe de bang li dewletê kir ku ji bo çareseriyê vegere Mutabakata Dolmabahçeyê û ji bo çareseriya pirsgirêkan jî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dest bi hevdîtinan bike. 'Zehmet e ku Sûr ji bin vî barî rabe' Serokê Lijneya Rêvebir a DÎSÎAD'ê Burç Baysal jî anî ziman ku ji ber dorpêç û qedexeyan derdora 40 hezar kes mexdûr bûne û got "Ji ber Sûr ciheke navendî ye, bandor li ser aboriya bi dehan kargehan kir." Baysal destnîşan kir ku bi destpêka pêvajoya çareseriyê re li Sûrê hêdî hêdî kargehên mezin dihatin vekirin û wiha berdewam kir:" Di dema ku meyê fêkiyên van kargehan bixwara dewletê dest bi êrîşan kir. Kargehên ku hatin vekirin îflas kirin. Bi qedexeya 160 rojan a li Sûrê, aborî derbeyek giran xwar. Pir zehmet e ku Sûr ji bin vê derbeya aboriyê rabe." Baysal anî ziman ku Sûr dilê Amedê ye û qedexeya li vê derê bandor li ser hemû aboriya Amedê kiriye. 'Divê vegerin maseya çareseriyê' Baysal da zanîn ku ji bo dorpêça li Sûrê rabe bi caran bi rayedarên hikumetê re hevdîktinê kirine lê ji van hevdîtinan tu piştgirî nedîtine. Baysal diyar kir ku li gel hemû pirsgirêkan ji bi gelê Amedê re li ser piyan e û tekane daxwaza wan ji dewletê ew e ku vegerin maseya çareseriyê. (sy)