‘Dewlet xismeta kapîtalîzmê dike' 2016-05-08 15:33:07 ENQERE (DÎHA) - Platforma Xwebiratiya Zozanan li Enqereyê bi navê "Dest nede qadên jiyanê - Ji rêya kesk re bêje bes e" sempozyum pêk anî. Di sempozyumê de Prof. Dr. Beyza Ustun, diyar kir ku li dijî êrîşên li hemberî xwezayê têkoşinek civakî derketihe holê û gel êdî li dijî vê yekê derdikeve. Ustun, anî ziman ku ji bo xetên HES'ê li Giresunê bê parastin 600 - 700 parazvan hatin girtin û dewlet ji bo kapitalizmê paletî û xizmetê dike. Ustun, da zanîn ku dewlet Sûr û Cizîrê wêran dike û pêşkêşî TOKÎ dike. Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) û Platformağ Xwebiratiya Zozanan li Enqereyê bi navê "Dest nede qadên jiyanê - Ji rêya kesk re bêje bes e" sempozyum pêk anî. Di roja duyemîn a sempozyumê de mijarên “Çavkaniyên bingerdê yên avê" hat niqaşkirin. Ji Odeya Endezyarên Madenê Selîm Altun, Sekreterê Odeya Endezyarên Jeolojî Faruk Îlgun û Prof. Dr. Beyza Ustun wekî panelîst amade bûn. Ewil Wekîlê CHP'ê yê Bûrsayê Orhan Saribal axivî û roja dayikên Şemiyê û dayikên Kurdistanê yên hêj li benda cenazeyên zarokên xwe ne pîroz kir. 2 hezar ocaxên maden li Karadeniza Rojhilat bi/ê rûhsat in Endezyar Selim Altun, diyar kir ku li Rojhilata Karadeniz (Derya Reş) 2 hezar ocaxên madenê bi rûhsat in û bi tevahiya Tirkiyeyê 20 hezar ocax hene. Altun, da zanîn ku ew mecbûrin qadên jiyanê biparêzin û rê û ocaxên tên vekirin jî divê zerar nede qadên jiyanê. ‘Bi çavê pereyan li mirov û derdorê dinerin' Altun, bi wêneyan rewşa xwezayênîşan da û xwest ocaxên madenê cih û warên wan baş û rast bên hilbijartin. Altun, da zanîn ku tenê bi çavên pereyan li mirov û derdorê dinerin û li dijî vê yekê jî mirov li warên xwe xwedî derdikevin. Endezyarê Jeolojî Faruk Îlgun jî anî ziman ku çavkaniyên sererd û binerd aydî gel in û gel dikare wan bikar bîne. Îlgun, anî ziman ku ranta herî mezin li Rojhilata Derya Reş e û ev zozanên dewlemend tev tên betonkirin. Îlgun, da zanîn ku rêya perovê ya Derya reş jî şaş e û xwest dest ji van pirojeyan berdin. Prof. Beyza Ustun jî bal kişand têkoşina li Sûr û Cizîrê û wiha got: "Di van êrîşan de zanist û dewlet û sermaye bûne yek. Ustun, anî ziman ku daristan kezeba xwezayê ne û Ji bo xatirê madenên zikê erdê xweza tê wêrankirin. Ustun, bilêv kir ku balafirgeha 3'emîn, pira sêyemîn, li ser zozanên Derya Reş tên avakirin. Ji bo rêya şîn li hewzaya Mezopotamya rêyên perçe perçe tên avakirin û dixwazin hemû rêyan bikin yek. Li aliyê din HES tên avakirin. HES hem çeman zuha dikin hem jî zerarê dide xwezayê. ‘Li Giresunê 600 û 700 parazvan hatin peyvirdarkirin' Ustun, destnîşan kir ku dema daristanên Lîceyê hatin şewitandin hikûmetê peyda nekir. Niha jî li ser çeman HES'an ava dike. Niha li Giresunê ji bo HES'an 600 û 700 parazvan hatin peyvirdarkirin. Ji ber ku dewlet ji sermaye û kapitalizmê re hemalî û paletiyê dike." Ustun, xwest her kes li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê milê xwe bide hev û bi hevre têbikoşe. Ustun, destnîşan kir ku Her kes hilweşîna Cizîr û Sûrê dizane xerabeyên Sûrê rodike çemê Dîcleyê û dewrî TOKÎ dike. (mae)