HDP: Piştî hikûmet hilweşiya muxalefetê darbe dît! 2016-05-08 09:06:38 ENQERE (DÎHA) - Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken diyar kir ku piştî ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji aliyê Serokomar ve tune hate hesibandin û hilbijartin hate dubarekirin HDP'ê darbeya ku hatiye kirin dîtiye û ev yek anîne ziman û nirxandina "Ji bo ku ev yek ji aliyê partiyên din ve bê dîtin hilweşîna hikûmetê pêwîstbûye" kir. Serokomar Tayyîp Erdogan piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê destur neda koalîsyonê, di rewşa şer de Tirkiye bir hilbijartinên 1'ê Mijdarê, fermana avêtina HDP'ê ji meclîsê da û herîdawî jî Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji peywir girt û ji bo merhayeke din pêlî qumçeyê kir. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken niyeta ku Erdogan bi awayeke aşkera tîne ziman nirxand diyar kir ku Erdogan her roj li dijî qanûna esasî sûc dike û wiha axivî: "Li gorî madeyên 101 û 103'yemîn ê qanûna esasî divê serokomar bêalî be. Peywira wî di vî çarçoveyê de hatiye nirxandin. serokwezîr ji peywir girtin, biryara kongreya partiyekî dayîn, diyarkirina serokwezîr, îfadekirina guhertina rejîmê ev hemû li dijî qanûna esasî ne." 'Em ê bibin darazê' Baluken destnîşar kir ku dê li hemberî ven pratîkan xemsar nemînin û bang li partiyên din jî kir xwest bitevin nava hewldanan. Baluken gok ku ev tiştên ku tên kirin ji aliyê komîsyonên HDP'ê ve tên lêkolînkirin û wiha berdewam kir: "Hewldanên pêwîst kirin û gilîkirin dibe ku hebe. Komîsyonên me vê yekê lêkolîn dikin. Di heman demê de partiyên din jî divê lêkolîn bikin û gavên pêwîst bavêjin." Baluken gotinên Erdogan ên "divê em bi lezgîn derbasî sîstema serokatiyê bibin" jî nirxand û anî ziman ku Erdogan gav bi gav rejîmê diguherîne. Baluken ev tişt anî ziman: "Dibêje rejîm guherandiye û bi aweyeke fîlî derbasî sîstema serokatiyê bûne. Amîrên îdarî û mulkî re dibêje qanûnên heyî nas nekin. Gav bi gav raya giştî dielimîne û derbeya ku xistiye dewreyê pêk tîne. Me sibeha 8'ê Hezîranê de bal kişandibû vî darbeyê. Ji bo ku ev yek ji aliyê partiyên din vê bê dîtin wekî ku pêwîst bû Erdogan, serokwezîr ji peywir bigire. Raya giştî ya muxalîf êdî qeb3ul dike ku Darbeya Qesrê ye." Divê CHP helwesta xwe li ber çavan re derbas bike Baluken got ku divê ev pratîka sûc bê teşhîrkirin, têkoşîn bê xurtkirin û têkîldarî destnedayînan jî ev nirxandin kir: "Em van destnedayînan di serî de heta niha wekî parçeyekî darbeyê dinirxînin. Erdogan HDP û Tevgera Siyasî ya Kurd ji bo gihandina darbeyê astengiya herî mezin dibîne. HDP a ku tegera Siyasî ya Kurd û tegera demokrasiyê ya Tirkiyeyê gihand hev dixwaze tasfiye bike. Piytî ku HDP tasfiye bibe dixwaze meclîsê bêwate bihêle. CHP a ku nêzîkatiya xwe ya piştgiriyê dide pêşnûmeyê li ber çavan re derbas bike." AKP'ê rêziknameya hundirîn da rawestandin Baluken got ku destnedayîn dê kengî bên civata giştî ya meclîsê di vê warî de nehatine agahdarkirin û nirxandina "Ev hevdîtinên krîtîk en meclîsê li ser esasê bi kombûna lijneya şewirmendiyê bi yekdengî rojev û dîrok diyarkirinê teşe girtiye. Di dema AKP'ê de ev terzê rêziknameyê hatiye rawestandin" kir. Biryara dawî hefteya bê ye Baluken destnîşan kir ku nêzîkatiya wan a dê beşdarî hevdîtinên civata giştî nebin piştî êrîşên li komîsyonan guheriye û wiha axivî: "Koma me di nava hefteyê de dê kom bibe û biryarê bide. Di MYK'ê de nîqaş hebûn. Em ê îhtîmal heye ku civîna hevpar a MYK û komê bikin û helwesta xwe diyar bikin. Nêzîkatiya beşdarnebûna hevdîtinên civata giştî piştî êrîşên lîncê yên di komîsyonan de hinekî kêm bûye Biryara dawî dê dezgehên têk^lidar ên partiya me bide." (sa)