Ji jinan çalakiya 'Dest nede îrade û wekîlên min' 2016-05-07 19:50:52 STENBOL (DÎHA) - Endamên KJA'yê hewldana darbeyê ya ku dixwaze destnedayînên parlamenterên HDP'ê rake şermezar kirin. Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) ji bo şermezarkirina hewldana darbeyê ya dixwaze destnedayînên parlamenterên HDP'ê rake li ber Lîseya Falatasarayê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di çalakiyê re pankarta "Li dijî êrîşên bêîradekirin û teslîm girtinê em bi hevre bi hêz in" vekirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" "Dest nede îradeya min û wekîlê min" berz kirin. Endama KJA'yê Yagmur Kaya diyar kir ku dorpêça li bajarên Kurdistanê û daxwaza rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê ji hev qutkirî nîne. Kaya bilêv kir ku divê pêvajoya muzakereyê jinûve destpê bike û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk bê. Kaya anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe xurtir bikin û îradeya wan nikare bê teslîmgirtin. Li Umraniyeyê çalakiya dest nede îradeya min Li aliyê din rêxistina HDP'ê ya Umraniyeyê û Meclîsa HDK'ê ya Ûmraniyeyê jî bi slogana "Dest nede îradeya min" li ber avahiya HDP'ê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta "Ji darbeya Qesrê û şerê we yê qirêj re na" hate vekirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê mafê xwe birêvebirinê, azadî, aştî û wekheviyê biparêzin. (sa)