Altan: Ev darbeya sivîl e civak heke maf û azadiyên xwe bi kar bîne dê rejîm tune bibe 2016-05-07 09:16:02 ÇAGDAŞ KAPLAN STENBOL (DÎHA) – Akademîsyen-nivîskar Mehmet Altan krîza di navbera Erdogan û Davutoglu de nirxand. Altan anî ziman ku serokomarekî ku her tim qanûna esasî bin pê dike, sûc dike heye, tiştên ku diqewimin darbeya sivîl e û ev nirxandin kir: "Tiştêkî divê bê kirin, di dema ku nîzama qanûna esasî evqas tê binpêkirin de pirsa çareya vê yekê çi ye ye. Civaka ku bawer bike tişta tê kirin darbeya sivîl e, piraniya wan di bin pankarta hiqûq û demokrasiyê de tenê maf û azadiyên xwe yên bingehîn bi kar bîne jî ev rejîma zordariyê, ev stratejiya şîdeta siyasî ji holê bê rakirin." Piştî ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji aliyê Serokomar Tayyîp Erdogan ve hate tasfiyekirin di nava AKP'ê de krîza ku kûr bû tê nîqaşkirin.. Sedema krîzê û encamên wê dê çi bin Hindekarê Zanîngeha Stenbolê û nivîskar Prof. Dr. Mehmet Altan ji DÎHA'yê re nirxand. * Li gorî we sedema krîza ku ji paşerojê heta niha hebû û hefteya borî bi daxuyaniyan ve bi aweyeke zelal aşkera bû çi ye? Ev aşkera ye. Ev berdewama xeleka ku Serokomar di serê xwe de tesawur dike, xwe kiriye navendê, daraza ku tu caran dê wî kontrol neke û li gorî daxwaza xwe teşe bidê, di zanistên siyasî, rêxistinbûnên dewletan de tu mînaka vê yekê tuneye û her tim Qanûna Esasî bin pê dike ye. * Di warî siyasî de gelo dê encam çi bin? Evqas sûcê siyasî tê kirin. Ev tişta ku di warê siyasî de bê nîqaşkirin nîne. Di dîroka komarê de bi awayekî ku nehatiye dîtin nîzana Qanûna Esasî tê binpêkirin. Şîroveyên siyasî tên kirin lê ji bo ku analîzên siyasî bên kirin jî divê nîzama qanûna esasî, nîzama hiqûqê û rejîm berdewam bike. Li vir rejîm hatiye parçekirin, serokekî di kongreya partiya xwe de bi piraniya dengan derketiye li holê ye, lê tenê ji ber ku naçe xweşiya zilamekî azlkirina wî mijara gotinê ye, di vî rewşê de sîstem bin pê bûye, nîzama qanûna esasî nameye, rêziknameya partiyê nameşe, partî bixwe tune tê hesibandin, ango tê wateya resmekî tirsnak heye. Tişta ku divê bê axaftin di dema ku nîzama qanûna esasî evqas tê binpêkirin de pirsa çareya vî yekê çi ye divê bê kirin e. *Li gorî we çi ye? Tirkiye nikare vê yekê rake. Yek hertim li hemberî dewletê darbe pêk tîne. Qanûna Esasî di bingeh de çi ye. Pêkanîna madeyên 300 û 309'emîn ên TCK'ê pêk anîn e. TCK li dijî tunehesibandina nîzama Qanûna Esasî mueyîdeyan pênase dike û cezayê nîşan dide. Ketina darazê ya dewreyê. Divê dewlet di warê qanûn danîn, rêvebirin û darazê de bikeve dewreyê ku sedema hebûna hemûyan sîstema îro ya qanûna esasî û hiqûqî ye divî wî biparêze. Dema ku neparêze dê demê refleksên cuda yên dewletê dê bikeve dewreyê. Heke tunebe jî tiştekî wekî dewletê tuneye, heke ciheke ku wekî Tirkiyeyê tunebe ew jî dê bê wateya ku kaos bikeve dewreyê û encamên wê jî nikare bê pêşdîtin. * Bi gotina refleksên cuda yên dewletê ve çi îfade dikin? Ango dema ku hûn bi awayekî ji rewabûnê dur bikevin, li ser esasê hêzê, derveyî hiqûqê, ji teqînetî civakî bigirin heta mudaxaleyekî hemû tiştan mirov dikare bifikire. Ango yên ku di destên wan de hêz heye nîzama qanûna esasî rawestîne, hêza xwe bi kar bîne û derbasî pêş bibe ev jî di nav de ye. Başbûna dewlet û civakeke nîzama qanûnî pêk tîne. Li Peruyê, Serokdewletê berê Alberto Fujimori li hemberî dewletê darbe pêk anî. Niha di girtîgehê de ye. Dê pêvajoyeke kaosê dest pê bike. Heke di warê civakî de berxwedaneke demokratîk pêk bê ev dê bibe çare. Dîsa heke refleksa dewletê ya rewa ku pêşiya vê kaosê bigere ev çare ye. Jibilî van qala felaketan dikim. Li cihê ku nîzama qanûna esasî hate tunekirin tiştekî bi xêr nayê hêvîkirin. * Yên ku vî krîzê ji bo kesên Qesrê û sîstema yek zilam naxwazin wekî şertên baş jî derxistiye holê dinirxînin jî hene hûn çi dibêjin? Lê nîzama qanûna esasî namîne. Ev tehlîla siyasî ye. Siyaset lêgerîna ku dewletê kê birêve bibe ye. Ji bo siyaset hebe divê qural û rêgez hebin. Anga dema ku got ez Dadgeha Qanûna Esasî guhdar nakim wê demê serokomar madeya 153'yemîn a Qanûna Esasî bin pê dike. Dema ku bû serokomar lê bi partiya xwe re têkîliyên xwe qut nekir wê demê madeya têkîldar binpê dike. Li ciheke ku evqas quralên lîstikê tuneye dê lîstik çawa bê lîstîn. Ji bo siyaset be divê ewil nîzama qanûna esasî hebe. *Lê pêvajo bi awayeke fîlî dimeşe. Tişta ku bi fiîlî dimeşe darbe ye. Heta ku yek ji vî darbeyê re bibejê raweste ez dibêjim ev dê bidome. Kê ji vî darbebê re bibêje raweste? * Gelo civak dê çawa ji darbeyê re bibêje raweste? Dê mafên xwe yê demokratîk pêk bîne. Milyonek kes dê li ber qesra qaçax kom bibe û gotina "Em ê nehêlin tu qanûna esasî bin pê bikî" bi kar bînin. Ev mafekî demokratîk e. Riya vî ya rewa bikaranîna mafên demokratîk e. Bibêjin tu qanûna esasî binpê dikî em xwedî lê derdikevin, em ê li ber qesra qaçax a ku tu dimînî biqîrin û bibêjin vê neke, em ê mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. * Lê bertekeke herî biçûk a demokratîk jî tê çewisandin. Ev yek dê çawa pêş bikeve yan jî gelo dikare pêş bikeve? Li her bajarê bi ser hezar kesan li Enqereyê bi milyonek kes re dê mîtîng bên lidarxistin. AKP îro piranî nîne wekî ku wisa ye tevdigere. Hezar rojên Erdogan maye. Lê wekî ku 35 salan dê li ser serê me bimîne tevdigere. Ev bi rêvebirina têgehê ye. Li Tirkiyeyê qet tiştek nebe jî tenê hezar rojên wî mane. Serokomarekî ku her tim qanûna esasî bin pê dike, sûc dike heye. Civaka ku bawer bike tişta tê kirin darbeya sivîl e, piraniya wan di bin pankarta hiqûq û demokrasiyê de tenê maf û azadiyên xwe yên bingehîn bi kar bîne jî ev rejîma zordariyê, ev stratejiya şîdeta siyasî ji holê bê rakirin. * Bi vî krîzê re di heman demê de li herêmê pêvajoya pevçûnê ya ku her diçe kurtir dibe heye. Hûn di vî mijarê de çi difikirin? Ev rewşa xeter a ku Tirkiye di nav de ye encama tiştên ku di serê zilamekî de ye û di zanista siyasetê de jî cihê vê yekê tuneye, empozeyî civaka ku ji 80 milyonî pêk tê ye. HDP û PKK'ê dike yek. Hewl dide dereveyî bendê bihêle. Dengên MP'ê didize, bi 400-500 kesan ve bêm îxtidarê, ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî tiştekî înşa bikim. Ji ber ku xwedîlêderketina demokrasiyê tuneye mirir zêde dibe. Ji ber vê yekê kaos zêde dibe. Ji ber vê yekê hiqûqê tune dihesibîne vê yekê qebûlkirinê ve êş jî mezin dibin. Tenê li başûrê rojhilat pêvojya tirsnak tuneye. Karkerên ku dimirin jî di nav de, jinên tên kêrkirin jî di nav de. Bêyî demokrasiyê çareserî nabe. Heka Roboskê neyê ronîkirin, Tirkiye nikare pirsgirêka kurd bi aweyeke baş çareser bike. Rİya aştiya mayînde ji komara demokratîk re derbas dibe. Pirsgirêka kurd îrade û lêgerîna pêşerojê ya zilamekî nîne. Binêrin çiqas mirovên me dimirin. Çima? Li gorî lêgerînê zilamekî şer û aştî. Divê kevin vî dafikê. Wekî ku li başûrêrojhilat ji bo aştiyê gav diavêtin nîşan didan lê hîmên faşîzmê jî li vir hate avêtin. Pêvajoya ku ev rejîm ber bi faşîzmê ve çû ew dîmena sexte ya ku wekî pêvajoya aştiyê hate nîşandan e. Mirovên me nemirin ev baş bû lê bi qatî wan niha em winda dikin. Em hatin vî rewşê. (sa)