Gora wê heye Rozerîn tuneye! 2016-05-07 09:15:14 AZİZ ORUÇ AMED (DİHA) - Dayîka Rozerîn Çukur a ku li Surê hatî qetilkirin Fahriye Çukur Roja Dayîkan bi gora 101 roj berê hatî kolandin û bi êşekî mezin pêşwazî dike got; "Cenazeyê wê 100 metre li pêşiya min bû lê min nekarî biçim bigirim. Ez negihiştimê û min tiştên nava dilê xwe de ji Rozerîna xwe re negotin. Rondikên ji çavên me bariyan bûn xwîn bi ser Surê de bariyan." Dayîka Rozerîn Çukur a ku li hemberî komkujî û qirkirinê li navçeya Surê ya Amedê bi berxwedana dîrokî de jiyana xwe ji dest da bi êrîşa keça xwe Roja Dayîkan pêşwazî dike. 121 rojin destûrê nadin cenazeyê Rozerîna 17 salî bê girtin û 20 roj piştî hat qetilkirin li gundê Herîdan ê navçeya Pîrana Amedê ya ku di sala 1993'an de ji aliyê dewletê ve hat şewitandin gorek hat kolandin. Li gundê derdora wî bi çiyayan hatî pêçandin û rengê biharê li xwe kirî gora li serê girekî hatiye kolandin û gor 2 metre dirêj û metreyekê jî fireh e û li benda Rozerîna hatî qetilkirin e. Malbata Rozerîna biçûk a ku çîroka xwe li pey xwe hiştî û weke sedan zarokên kurdan mezin nabe, ji hezaran malbatên Kurdistanê bi zorê ji gundê Herîdan ê 93'an de hatî şewitandin yek e. Li gundê berê 110 mal lêheyî niha maluvaniya 16 malan dike. Malbata Çukur a ku ji gund hatî derxistin dixwaze cenazeyê Rozerîn li gund defin bike. Roja Dayîkan û zarokên hatin qetilkirin Ji hezaran dayîkên Kurdistanê û Tirkiyeyê yên bi hesreta zarokên xwe Roja Dayîkan pêşwazî dikin yek jî Dayîka Rozerîn Fahriye Çukur e. Fahriye Çukur ji bo cenazeyê keça xwe bigire 4 mehe têkoşînê dide. Çukur ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin ji dayîkên 19 rojan li ÎHD'ê ketin gireva birçîbûnê bû û pişt re li Sumerpark û Navenda Çandê ya Dîcle Firatê bi mehan çalakiya nobetê li dar xist. Çukur li Sura Rozerîn lê hatî qetilkirin li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê şev û roj sekna xwe didomîn e. 'Rondikên çavên me bûn xwîn bi ser Surê de bariyan' Çukur diyar kir ku di Roja Dayîkan de diyariyan herî mezin a ji bo wê geşedanekî têkildarî Rozerîn de ye. Çukur bi rondikan çeka xwe ya 17 salî wiha vegot: "Cenazeyê wê 100 metre pêşiya min bû lê min nekarî bigirim. Ez negihiştimê û min tiştên di dilê xwe de ji Rozerîna xwe re negotin. Rondikên ji çavên me dibarin bûn xwîn û bi ser Surê de bariyan.Weke Rozerîna min bi dehan zarok û ciwan hatin qetilkirin. Yên ji zarokên me ditirsin, berxwedana wan nerawestandin zarokên me qetil kirin." Gor heye lê Rozerîn tuneye Çukur anî ziman ku 20 roj piştî Rozerîn hat qatilkirin li gund gor kolandin lê 101 rojin gor vala ye û wiha axivî: "Gor heye Rozerîna min tuneye. Gelo dayîkek li benda keça xwe bide axê disekine? Lê ez disekinim. Ez dixwazim cenazeyê keça xwe werbigirim û defin bikim." Kî dê birînên van dayîkan bikewîne? Çukur da zanîn ku Rozerîn di Roja Dayîkan de hemû malbat kom dikir û helbesta ji wê re nivîsandî dixwand û wiha pê de çû: "Îsal Rozerîn tuneye. Ez dizanim tu kes nayê bêje 'Dayê Roja Dayîkan li te pîroz be' Ev yek ji bo min zor e lê ez bang li hemû kesî dikim Roja Dayîkan li Surê ye. Li Surê gelek xwîn hat rêjandin. Weke keça min dilê gelek dayîkan şewitî. Xwîna me li wir hat rêjandin. Kî dê bîrînên wan dayîkan bi kewîne? Êdî ez roja dayîkan pîroz nakim. Yên dixwazin pîroz bikin bila bên birînên Surê bikewînin. Bila cenazeyên me bidin me. Zarokên me bêguneh bûn. Bila di roja dayîkan de keça min bidin, gelo yên keça min qetilkirin dê wê bidin? Xeyalên zarokên me hebûn. Bila kesên xeyalên zarokên me dizîn baş bizanin pêşeroj ji bo wan qet xweşik nabe. Me bi kuştinê xilas nakin." Bi temamiya 4 mehan dimirin Apê Rozerîn ê ku li gundê Herîdanê dijî û ji bo kolandina gorê bûye alîar Şehmuz Çukur jî diyar kir ku 4 mehin her roj dimirin û wiha got: "Dema ez li goristanê re derbas dikim ez hestiyar dibim. Ez ewqas zorê dikêşim ji bo dayîka wê her roj mirin e." (ft)