'Em ê têkoşîna xwe xurtir bikin' 2016-05-06 09:14:24 WAN (DÎHA) - Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Semra Demîr a ku bi sedan endamên wan hatine girtin û du kes ji hatiye qetilkirin têkîldarî hewldanên rakirina destnedayînên diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ji her demî zêdetir xurtin bikin û li ber xwe bidin. Hikûmeta AKP'ê li dijî gelê kurd şerê qirêj bi her awayî didomîne. Di nava çend mehan de ji sedî zêdetir endamên Meclîsa Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatin girtin û 2 kes jî hatin qetilkirin. Pêkûtiyên li dijî parlamenterên HDP'ê berdewam dike, hikûmeta AKP'ê hewl dide destnedayînên parlamenterên HDP'ê rake. Têkîldarî hewldan û nîqaşên rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê û pêkûtiyên li ser endamên DBP'ê Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Semra Demîr nerazîbûn nîşan da. Demîr anî ziman ku li dijî êrîşên AKP'ê gel li ber xwe dide û piştgirî dide DBP'ê û wiha berdewam kir: "Rêveber, endamên meclîsê yan jî yên ku endamê partiya me tu kes nemîne jî dê gel peywirê bigire. Ji xwe partiya me partiya gel e." Demîr got ku jibilî operasyonên qirkirina siyasî endamên PM a wan Sêvê Demîr û Mehmet Yavuzel jî hatine qetilkirin û wiha berdewam kir: "Ev polîtîkayên qetlîamê ne nû ne ji salên 1990'an heta niha berdewam dike. Li dijî van v polîtîkayan tu caran em paş ve gav navêjin." 'Zorokên gel li serê çiya ber xwe didin' Demîr bal kişand li ser êrîş û nîqaşên rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê jî û nirxandina "Dixwazin riya demokrasî yê bi vî awayî bigirin. Heke riya demokrasiyê bê girtin dê gel ji xwe re riyên din bibînin û têkoşîna xwe bi vê riyê berdewam bikin. Zarokên gel li serê çiya li ber xwe didin." 'Dixwazin gel bitirsînin' Demîr got ku Hikûmeta AKP'ê bi girtin û qetlîma dixwaze gel bitirsîne û wiha pê de çû: "Bi van operasyon û qetlîaman tu caran nikarin gel bitirsînin. Nikarin pêşiya me bigirin. Di 2009'an de di bin navê operasyonên li dijî KCK'ê de jî her kes girtin. Lê gel wek rêveberên partiyên têkoşiyan." Demîr diyar kir ku hemû cihan li hemberî têkoşîna kurdan ve bejna xwe ditewîne û wiha got: "Heke siyaset tunebe berxwedan heye." Demîr bi gotina "Gelê mu tu caran li hemberî zaliman serê xwe netawandiye û natewînin jî. Em ê têkoşîna xwe xurtir bikin" axaftina xwe bi dawî kir. (ebk-fb/gka/sa)