ODP: Dê hêza şoreşgerên li welatê me Erdogan rawestîne 2016-05-05 13:31:52 STENBOL (DÎHA) - ODP'ê bal kişand ser kongreya awarte ya AKP'ê û diyar kir ku dê hêza şoreşgerên li welat Erdogan bide rawestandin. Partiya Piştgirî û Azadiyê (ODP), der barê kongreya awarte ya AKP'ê de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku dê şoreşgerên li welat Erdogan bide sekinandin û ev tişt hat gotin: "Êdî wekî Serokê fîlî Erdogan e û di heman demê de hem Serokwezîr û hem jî Serokomar e. Bi rejîma fîlî ya serokatiyê re, hikûmet bi awayekî fîlî ji holê hat rakirin. Bi guhertina makeqanûnê ya der barê destnedanê re, meclis bi giştî ji dewrê tê derxistin. Dê Darêz-Rêvebirin-Rêzikname li Qesrê bê komkirin." 'Tu wateya meclisê nema ye' Di daxuyaniyê de hat aşkera kirin ku Erdogan dixwaze dîktatoriyê bi makeqanûnê mayînde bike û ev tişt hat gotin: "Bi kûrkirina şer re, Erdogan tundiyê dişidîne û ji bo pêşî li pergala serokatiyê veke, hilbijartina nû jî di nav de, dê gavên nû bên rojevê. Êdî kê bibe serokê AKP'ê û tu wateya meclisê nema ye." ODP'ê da zanîn ku tişta pêşî li vê riyê bigire gel e û banga têkoşîna bi hev re kir. (ms)