Bi deklerasyona dîrokî bersiv dan pêşnûmeya 'darbeyê' 2016-05-05 12:36:38 ENQERE (DÎHA) - 252 Hevparên HDK û KCD'ê bi deklerasyona dîrokî ya aşkera kirin ve gotin "Dest nedin îradeya gel û dengê min ê Meclîsê" û li hemberî planên tasfiyekirinê ya AKP ya siyaseta demokratîk hikûmet hişyar kirin. Li hemberî plana tasfiyekirinê ya AKP'ê ya siyaseta demokratîk Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi hemû hevparên xwe ve bi sernavê "Dest nede îradeya min a gel û dengê min ê Meclîsê" deklerasyon aşkera kirin. Civîn li Otela Buyukpark a Çankayayê hate lidarxistin û hevserok û hevberdevkên HDK, KCD, DBP û HDP'ê, hevşaredarên DBP'î, nûnerên 252 hevparên KCD û HDK'ê beşdarî civînê bûrb Tirkiya deklerosyonê ji aliyê Hevberdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçu, kurdiya wê jî ji aliyê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ve hate xwendin. Deklerasyona dîrokê ya ku 252 sazî û dezgehan îmze kirin wipa ye: "Em der barê guhertina qanûna esasî ya têkîldarî rakirina desnedayînên li meclîsê tên nîqaşkirin de bi fikar in. Desnedayîn beriya her tiştê divê ji bo bijarteyan ji bo mafên wan ên gotinê, aşkerakirina fikrên xwe divê bibe mafekî demokratîk. Ev maf ne tenê yadî parlamenteran be, mafê gel ê ku wan hildijibêrin û dişînin Meclîsê ye. Li ser navê parlamenteran dema ku pewyira xwe bi cih tînin, peywira wan bi cih anîna îradeya der û dorên ku temsîl dikin e. Dema ku parlamenter di çarçoveya têkoşîna xwe ya siyasî de fikrên xwe tînin ziman an jî piştî wî lêpirsîn kirin, girtin beriya her tiştî dê li dijî îradeya gel bibe mudaxaleyeke aşkera. Di vî çarçoveyê de; nîqaşên rakirina destnedayînan em xetereyekî wekî tol hildana siyasî, amûrê cezakirina siyasî dibînin. Bi awayeke hemwext li hemberî hevşaredarên DBP'î, endamên meclîsên şaredariyan, ji peywir girtin, ji peywir durxistin, cezayê giran dayîn berdewam dike û sererastkirinên wekî dest danîn û tayînkirina qayuman tên kirin ev jî nîşan dide ku xetere çiqas cidî ye. Li aliyê din di pevajoya ku fikarên der barê bêalîbûna darazê ji aliyê daraza bilind ve jî tê ziman de bi taybetî li hemberî parlamenterên muxalefetê pêşiya mudaxaleya darazê vekirin dê bi xwe re pirsgirêkên gelekî cidî jî bi xwe re bîne. Bi riya darazê dizaynkirina civakê dê merhaleyeke nû derkeve holê. Jibilî jî ev guhertina qanûna esasî ya ku parlamenterên HDP'ê dike hedef dê lêgerînên çareseriya siyasê ya di pirsgirêka kurd de jî bi tevahî ji holê rake, ji ber vê yekê jî em bi fikar in. Ji bo şîdet bi dawî bibe di pêvajoya ku lêgerîn û hewldanên me zêde bûye de bi awayeke nehiqûqî girtina kanalên siyasetê dê li hemberî lêgerînên aştiyê bibe darbeyeke giran. Di rêbazên ku berê hatine ceribandin ên ku tenê bûne sedeme giranbûna pirsgirêkan de israrkirin jî nayê fêmkirin. Pêwîstiya me bi nîqaşên ku riyên siyaseta demokratîk vekin heye. Di serî de gelê kurd hemû derûdorên ku di HDP'ê de temsîla xwe dibînin, bi vî pêşnûmeyê ve ji meclîsê dê bên avêtin, ji ber vê yekê jî em dixwazin paş ve bên kişandin. Em bang li parlamenteran dikin ku li hemberî vê pêşnûmeya guhertinê ya ku siberoja me digire bin îpotekê bibêjin 'na'; dixwazin pêkûtiyên li dijî rojnamger, akademîsyen, rêxistinên civakî yên sivîl, şaredariyên DBP'î bi dawî bibin, şaredarên ku hatine girtin bên berdar û egerin li ser karên xwe." (sa)