Mehê carekê Bazara Pevguhartinê 2016-05-05 09:19:10 AMED (DÎHA)- Bazara Pevguhartinê ya ku bi armanca pêşxistina karbeşî, hevgirtin û parvekirinê ji aliyê Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê ve cara yekem hate danîn dê li ser daxwaza gel ji niha û pê ve mehê carekê were danîn. Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê ji bo "Bazara Pevguhartinê" ya ku cara yekem di 30'ê Nîsanê de danî berdewam bike, lez da xebatên xwe. Meclîse destnîşan kir ku dixwazin nîşan bidin aborî pere nebe jî dikare hebe û dan zanîn ku dê li cihên cûda yên bajêr bazêrê deynin. Endama Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Çîlem Akkaya ya ku di xebatên avakirina bazarê de cih girte, anî ziman ku armanca bazarê ew e ku karbeşî, hevgirtin û parvekirinê pêş bixe. 'Emê mehê carekê bazarê deynin' Akkaya diyar kir ku Bazara Pevguhartinê ku cara yekem li Amedê danîn gelek baş derbas bûye û gel dixwaze ku bazar her tim were danîn û got "Emê mehê carekê bazarê li taxên cûda yên bajêr ava bikin." Akkaya bibîrxist ku di civaka xwezayî de çanda pevguhartinê hebû û wiha berdewam kir: "Herkes dizane ku berê pere tunebû û mirov bi pevguhartinê danûstandinê dikirin. Pere pişt re derket holê. Pergala kapîtalîst jî pere ji bo berjewendiyên xwe bikaranî. Me jî bi baweriya ku em dikarin vê çandê biguherînin vê bazarê ava kir." 'Em dixwazin çanda parvekirinê xurt bikin' Hevberdevka Aboriya Komînal a Meclîsê Ozgur Koroglu jî balê kişand ser pergala kapîtalîst a ku xwe li ser hêza pereyê ava kiriye û wiha axivî: "Armanca me ya danîna bazara pevguhartinê bisînorkirina bandorên modernîteya kapîtalîst û pêşxistina zanîna pevguhartinê ye." Koroglu diyar kir ku ew dixwazin ku car din çanda parvekirinê pêş bixin û got ji bo ev nêrîn di civakê de pêş bikeve dê xebatê xwe bidomînin. (sy)