Garo Paylan: Êrîşî nasmane û kesayetiya min kirin 2016-05-03 18:02:22 ENQERE (DÎHA) - Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan ê bi eslê xwe ermenî, di dema hevdîtinên rakirina destnedanê li meclisê dihatin dîtin, bi hevalên xwe yên di civînê de ji hêla AKP'iyan ve hatibûn derb kirin. Paylan der barê êrîşên AKP'iyan de nirxandin kir û da zanîn ku nasname û kesayetiya wî heder hatiye giritn û ev tişt got: "Faşîstan tirsonek in, lê dema hejmara wan zêde be êrîş dikin." Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan ê bi eslê xwe ermenî, der barê hevdîtinên li Komîsyona Makeqanûnê ya ku ji hêla AKP'ê ve ji bo destnedana wekîlên HDP'ê bê rakirin amade kiriye, CHP û MHP jî piştgiriyê didê de daxuyaniyek da û bertek nîşanî êrîşên li dijî HDP'ê da. Paylan di daxuyaniya nivîskî de êrîşa li komîsyonê wekî êrîşeke plankirî nirxand û aşkera kir ku êrîş ji berê ve hatiye plankirin. Gotin 'werin Garo li vir e' Paylan aşkera kir ku piştî êrîşên AKP'iyan, raste rast ew hedef giritne û bangên wekî 'Werin Garo li vir e!' hatin kirin û raste rast li dijî nasname û kesayetiya wiya ermenî ji hêla AKP'ê ve êrîş pêk hatiye û ev tişt hat gotin: "Bi taybetî ji hêl wekîlên AKP'ê ve li dijî min gotinên qirêj hatin bi kar anîn. Ez êrîşên li dijî nasnameya xwe lanet dikim. Divê neyê ji bîrkirin ku faşîst tirsonek in, lê dema hejmara wan zêde be bi qeleşî êrîş dikin." (ms)