Zarokên Amedê di şahiya bafirokan de kêf kirin 2016-05-03 11:48:08 AMED (DÎHA) - Şahiya ku ji hêla Şaredariya Bajare Mezin a Amedê ve ji bo zarokên dibisanên seretayî hat li darxistin, 275 zarok beşdar bûn û di şahiya bafirokan de zarok têra dilê xwe leyistin. Şahiyên ji bo zarokan a ji hêla Midûryeta Şaxên Xizmetên Zarok û Kreşan a Serokatiya Dayreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê hat amedekirin, berdewam dike. Piştî şahiya bafirokan a li Medland Lunapark û Pira Deh Çavî, herî dawî li Parka Newrozê jî şahiya bafirokan hat li darxistin. 200 zarokên di dibistanên Zarokîstanê de perwerdeyan dibînin, ji hêla malbat û mamosteyên wan ve li Parka Newrozê şahî hatin li darxisitn. Di çarçoveya bernameyê de her wiha li navçeya Gêlê jî ger pêk hat. 75 zarokên di polên 7 û 8 an de dixwînin, bi otobusan li gel mamosteyên xwe derbasî navçeya Gêlê bûn û li Gêlê li cihên dîrokî û turîstîk ger pêk anîn. Zarokên piştî demekî li Bendava Pîranê bi ferîbotan ger pêk anî û piştî xarina nîvro vegeriyan Amedê. Bernamek têr û tije ye Şahiyên Seyranê yên ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin ve tê li darxisitn, dê heta 28'ê Gulanê berdewam bike û bi giştî hezar zarok dê sûdê jê bigirin. Şahiya di 19'ê Nîsanê de dest pê kir, dê îro seyrana li herêma Pira Malabadî û Şkeftên Hesûnî, di 7'ê Gulanê de li Pira Deh Çavî Şahiya Bafirokan, di 8'ê Gulanê de Şkeftên Hîlalê yên Gêlê û Şahiya Çemê Çermûkê, di 13, 14 û 15'ê Gulanê de şahiyên Cejna Ziman, di 21'ê Gulanê de li Bendava Pîranê Şahiya Bafirokan, 22'ê yê Gulanê de li Tesîsên Werzîşê yên Talatepe ya Şaredariya Bajarê Mezin şahiyên werzîşê, di 24-25'ê Gulanê de perwerdeya mafên zarokan, di 28'ê Gulanê de jî dê li Qada Seyranê ya Devegeçîdî ya Şaredariya Bajarê Mezin şahiya pirtûk xwanidnê bê li darxistin. (ms)