Destên ku 50 sal in qafikan çêdike: Cerkir Şêxmûs 2016-05-03 09:13:29 UGUR AKGUL MÊRDÎN (DÎHA) – Esnaf Şêxmûs Kaynak 50 sal in li Mêrdînê cerkiriyê dike û cerê avê, beroş, qapaxên pelan, qafikan çêdike. Kaynak, qurretiyê li salan dike û li dikana xwe ya li taxa Îstesyona Artuklu li benda hezkiriyên amûrên axînî ye. Li cihanê gelek beşên pîşe ber bi tunebuyînê ve diçe. Yek ji wan pîşeyan jî çêkirina qafik, kûpê avê, şerbik û hwd e. Li Mêrdînê jî Şêxmûs Kaynak, ji wan kesên ku karên ber bi tûnebûnê ve diçe diparêze ye. Şêxmus 50 sal e karê çêkirina qafikan dike û di 50 salan de 2 caran cihê karê xwe diguherîne. Hemû kesên hatine Mêrdîn, kargeha Şêxmus dîtine Şêxmusê Cerkir ji ber hin derfetên teng ewil kargeha xwe ya li kela Qirkis a Mêrdînê a ku 30 salan lê xebitî guhest û bir çiyayê Mêrdînê. Piştî vir, 13 salan li kirasê Mêrdînê karê xwe dike û piştre hebekî din xwe ber bi deşta Mêrdînê ve berdide. Kaynak niha jî 7 sal e li taxa Îstesyon ya Artukluya Mêrdînê dikanekê nû ji xwe re vekiriye û xebata xwe dimeşîne. Kûpê avê, arîdank, beroş, qapaxên pelan, tenûr û hwd… Şêyhmus Kaynak ê 76 salî her roj di saetên serê sibehê de dikana xwe vedike. Kaynak diyar kir ku gelek tiştên ku bi xweliyê tên çêkirin ew çêdike û wiha got: “Ez heriyê datînim ser çerxê û dilêmin çi dixwaze ez wê çêdikim. Carinan ez din ava rojê de tiştekî nafiroşim û dest vala vedigerim malê û carinan jî têra çend rojan di rojekê de difiroşim. Debara min bi karê min re dibe. Berê kurê min û keça min alîkariya min dikrin. Kurê min çû zagnîngehê û keça min jî zewicî. Ez niha tenê kar dikim.” ‘Ji bo tenduristiyê qafikan bi kar bînin’ Kaynak anî ziman ku wekî febrîqeyên mezin mekîneyên wî yên heriyê nîn e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li febrîqeyan 50 kes dixebitin ez jî li dikana xwe bi qeweta xwe vî karî dikim. Gelek kesên ku ji bo kêfê tên vêderê û tiştan distînin heye. Hîn bêhtir ji bo xemilandina deveran gelek mirov tên û amûrên min dikirin. Xwarinên ku qafikên ji axê tên çêkirin hîn bêhtir bi tam e û ji ber vê yekê jî gelek mirov tên dikirin. Şerbikên avê ji aliyê tenduristiyê de pir baş e. Av a ku bi kirêc be dê paqij dike û tam a ava şerbik hîn xweştir e. Avê ji qirêjiyan saf dike.” ‘Ji beriya hezarê salan heta niha qafik tê bikaranîn’ Kaynak destnîşan kir ku ji beriya hezarê salan mirovan qafik bi kar anîne û ji axê jiyana xwe saz kirine. Kaynak diyar kir ku hesin û neylon nexweşiyê bi mirovan re çêdikin. (mae)