Keştiya penaberan noqî avê bû: 80 kes winda ne 2016-05-01 17:29:16 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM), diyar kir ku li peravên Libyayê keştiya lastik noqî avê bû û herî kêm 80 kes winda bûn. Di demên dawî de gelek penaber, ji ber bi rêbazên qedexe û dizî dikevin rêyên deryayê, di nêviyê rêde noqî avê dibin û jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî keştiyek din ku nêzî 100 penaber lê suyar bûne noqî navê bû herî kêm 80 kes winda ne. Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM), diyar kir ku li peravên Libyayê keştiya lastik noqî avê bû û herî kêm 80 kes winda bûn. Hat zanîn ku yekîneyên rizgarkirinê yên deryayê yên Beravên Îtalya ew birine Grava Lampedusayê. Li gorî daneyên IOM’yê ji sala 2014'an heta niha 350 hezar penaberên ji ber şer reviyan di ser rêya Libya û Îtalyayê re derbasî Ewropa bûn. (mae)