Xwerêveberiyên cewherî hat silav kirin 2016-05-01 16:57:41 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Pîrozbahiyên 1'ê Gulanê li gelek bajaren Kurdistan û Tirkiyeyê bi coşeke mezin tên pîrozkirin. Di pîrozbahiyên li Kurdistanê de xwerêveberiyên cewherî hatin silav kirin. Li Êlihê ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bi hezaran kedkar, karker, jin û ciwan li Stedyuma Bajêr ya 18'ê Gulanê li hev kom bûn. Qada ku ji hêla Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ve ewlehiya wê hatibû girtin, di saetên serê sibehê re tijî bû. Di pîrozbahiyê de parlamenteren HDP'ê jî di nav de, gelek rêveberên saziyên sivîl jî cih girtin. Di mitîngê de li ser navê komîteya amadekar Seroka Sendîkaya Genel Îşê ya Êlihê Narîn Erol axivî û diyar kir ku pêwistiya Tirkiyeyê bi çîna kedkaran heye û ev tişt got: "Heke li vî welatî yekitiya karekran bê avakirin, dê yekitiya gelan jî bê avakirin. Ji ber ku em tenê bi têkoşîna karkeran dikarin pêşiya vî şerî bigirin. Divê em ji ber ol, bawerî, nasname û çandê ji hev re dijminatiyê nekin." 'Ruhê Çanakkaleyê û Kobanê gihişt hev' Endamê Navenda Giştî yê Sendîkaya Petrol Îşê Mustafa Mesut Tekîn axaftina xwe bi bîranîna kedkarê tenduristiyê Azîz Yural û Mehmet Tunç ên di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, dest pê kir û ev tişt anî ziman: "Heke ruhê Çanakkale û Kobanê nebe, dê aştî neyê vî welatî. Ji bo pêkhatina aştiyê divê yekitiya me hebe. Em dê li hemberî tu kesî serî netewînin û heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin." DÊRSIM Pîrozbahiyên li Dêrsimê bi beşdariya hezaran kesî li Çarşiya Binerd hat li darxistin. Di meşê de parlamenterên HDP'ê û hevşaredarên Dêrsimê jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Di mepê de pankarta "Dê heq, hiqûq û edalet bi PKK'ê bê" hat vekirin û dirûşmên wekî "Bijî berxwedana karkeran" hatin berzkirin û girse heta Qada Seyîd Riza meşiya. Piştî rêzgirina ji bo şehîdên azadiyê, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de polîtîkayên faşîzane yên AKP'ê hatin şermezarkirin û berxwedana li Gever, Nisêbîn û Şirnexê hat silavkirin. ÇEWLÎG Bi sedan karker û kedkarên li Çewlîgê li ber Kuleya Saetê hatin gel hev, 1'ê Gulanê pîroz kirin. Di mitîngê de Serokê Lîjneya Rêveberiya Egîtîm Senê Metîn Kiliç axivî û êrîşên li dijî saziyên herêmê û binçvkirinên demên dawî şermzar kir. Kiliç xwest kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan. MELETÎ Li Meletiyê bi hezaran kes li ber Riya Emeksîzê hatin gel hev û heta Qada 1'ê Gulanê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Be Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Nisêbînê" û "Bijî 1'ê Gulanê" hatin berzkirin. Girseya xwe gihand qadê, banga bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzma AKP'ê kirin. XARPÊT Di pîrozbahiyên li Xarpêtê de gelek sendîka, partî û saziyên sivîl li ber Garaja Hozatê hatin gel hev. Girseya li qadê bi daxuyaniyekî 1'ê Gulanê pîroz kir û peyamên têkoşîna li dijî faşîzmê hat dayîn. SÊRT Pîrozbahiyên li Sêrtê li qada Newrozê hatin li darxistin. Di mitîngê de Berdevkê Demkî yê Platforma Şaxên KESK'ê ya Sêrtê Emîn Guneş axivî. Guneş diyar kir ku meclisa herî zêde ji wekîlên AKP'ê pêk tê, vîna civakê nade nîşan, di aliyê parastina demokrasiyê de jî gelekî lewaz e. Pîrozbahî bi stranên Şermend, Montana The Band, Koma Berfîn ya NÇM'ê û hunermend Mehmet Atli birdewam kir. SEMSÛR Bi dehan sazî û partiyên wekî EMEP, HDP, DBP, CHP, OSP, ESP, Egîtim Sen, SES, BES, KURDÎ-DER û endamên Komeleya Jiyana Jinê, li Kolana Sakaryayê li hev kom bûn, bi dirûşman ber bi Parka Mustafa Yucel Ozbîlgîn ve dest bi meşê kirin. Piştî girseyê xwe gihand parkê, li ser navê girseyê Sekreterê Malî yê Şaxa SES'ê yê Semsûrê Hasan Denîz axivî û bal kişand ser şerê li Kurdistanê û polîtîkayên faşîzane yêl li dijî karkeran. MÊRDÎN Li Mêrîdê pîrozbahiyên 1'ê Gulanê ji hêla Platforma Ked û Demokrasiyê ve hat amadekirin. Girseya li ber avahiya Egîtîm Senê hatin gel hev, heta Parka Karayoluyê meşiyan. Piştî meşê, li Parka Karayoluyê demekî çalakiya rûniştinê pêk hat û xwest daxuyaniyê bide, lê polîsan diyar kir ku ji ber qedexeya ji hêla walî ve dê destûrê nedin daxuyaniyê. Piştî astengiyê girse heta ber Egîtîm Senê meş pêk anîn û belav bûn. (ms)