Li Qada Îstasyonê dirûşmên berxwedanê tê berz kirin 2016-05-01 14:59:24 AMED (DÎHA) - Bi hezaran kedkar li Qada Îstasyonê ya Amedê li hev kom bûn, girseya ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê li hev kom bûn, dirûşmên berxwedanê berz kirin. Saziyên kedê yê wekî TMMOB, KESK, TTB, DÎSK û Turk-Îş û gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl ji bo pîrozbagiyên 1'ê Gulanê li Qada Îstasyonê li hev kom bûn. Mitînga bi dirûşma "Piştgiriya demokrasî ked û hemû gelên bindest" hat li darxistin, bi deqeyekî rêzgirtinê dest pê kir. Qada mitîngê ji hêla bi hezara welatî, saziyên kedê û partiyên siyasî ve hat dagirtin û pankartên "Ji bo azadî û jiyanek mirovane 1'ê Gulanê" û wêneyê kedkarên tenduristiyê yên di êrîşên qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgiritn. Kesên hatin qadê hem ji hêla polîsan û hem jî ji hêla komîteya amadekar ve di lêgerînê re hatin derbaskirin. Qada bi alên kesk, sor û zer hat xebilandin dirûşmên "Bijî berxwedana YPS'ê", "Bijî Kurdistan bimire koledar", "Em dê bi berxwedanê bi ser kevin" hatin berzkirin. Bi hezaran kedkarên ku qada 1'ê Gulanê dagirtin, bi cil û bergên xwe qad xemilandin. (ms)