Qada Bakirkoy bi rengên ked û azadiyê xemilî 2016-05-01 13:56:15 STENBOL (DÎHA) - Bi hezaran kesên ku ji bo 1'ê Gulanê roja ked, azadî û demokrasiyê meşiyan qada Bazara Gel a Bakirkoy, xwe gihandin qadê. Qada ku bi girseyê tije bû, dirûşmên "Em dê bi berxwedanê bi ser kevin" û "Dê zincîrên koledariyê bişkên" bilind dibin. Bi minasebeta Cejna Karkeran a 1'ê Gulanê bi sed hezaran li Qada Bazara Gel a Bakirkoy li hev civiyan. Girseya HDP û HDK'ê ya li Marmara Forumê li hev civiya, dema dest bi meşê kirin, polîsan êrîşê girseyê kiribû. Girse ji bo biçe qadê dîsa dest bi meşê kir. Pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên bi peyama yekitî, têkoşîn û piştgiriyê dê bê pîrozkirin, girseya sed hezar kesî ya ku jin, ciwan û karker têde cih digirin qad tije kirin. Di meşê de dîktatoriya AKP'ê û şerê li Kurdistanê bi dirûşman tê şermezarkirin. Her wiha şidet û îstismara zayenî ya li hemberî jin û zarokan jî hat şermezar kirin. Di gelek meşan de jinan bi rengên mor di meşan de cihên xwe girtin û dirûşmên "Em dê bi berxwedanê bi ser kevin" tên berzkirin. Her wiha girseyê ciwanên di komkujiya Enqere û Sirûcê de jiyana xwe ji dest dan ji bîr nekirin û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz girtin. Mitîng bi axaftinên berdevkên rêxistinên kedê dest pê kir. Dê herî dawî ji hêla Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ve axaftin bê kirin, tê payîn ku hunermenda jin Yasemîn Guksu derkeve ser dikê. (ms)