Deh hezaran kedkaran qada Kolejê hêjand 2016-05-01 13:54:38 ENQERE (DÎHA) - Bi 10 hezaran kedkar û karkerên li Enqereyê li gel tirsa di komkujiya 10'ê Cotmehê de hat avakirin ji dîsa li qada Kolejê bi coş û kelecanek mezin 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Piştevaniyê piroz kirin. Bi deh hezaran kedkarên hatin qadê, rastî astengiyên polîsan hatin. Polîsan destûr nedan ku pankart û dowîzên der barê Serokomar Erdogan de têxin qadê û desteser kirin. Kedkar li qada mîtîngê daxwazên aştî û demokrasiyê berz dikin. Dîsa bertekên xwe yên li hemberî polîtîkayên şer ên AKP'ê tînin ziman. Li Enqereyê piştî mîtînga 10'ê Cotmehê ku komkujî pêk hat û 103 aştîxwaz hatin qetilkirin, yekem mîtînga herî mezin û bi coş hat lidarxistin. Bi 10 hezaran karker û kedkar li qada Sihhiyeyê kom bûn û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Bi deh hezaran kedkar û karker, ciwan, jin, li qada Kolejê qad dije kir. Ewlehiya qadê ji aliyê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ve hat girtin. Endamên rêxistin û sendîkayên DÎSK û Turk-Îş ji milê Sihhiyê ve endamên KESK, TMMOB, TTB jî ji milê Cebecî ve herikîn qadê. Endam û rêveberên HDP, EMEP, ODP, CHP'ê jî tev li pîrozbahiya 1'ê Gulanê bûn. endamên jin û ciwan ên Endamên Halkevlerî, AKA-DER jî kortejên cuda ava kir û tev li meşê bûn. Dîsa kedkarên di nava qadên leşkerî de dixebitin ên (ASİM-SAN) jî tev li mîtîngê bûn. Gelek wekîlên CHP û HDP'ê jî tev li mîtîngê bûn. Bertek nîşanî AKP'ê û şer dan Di meşê de pankart û dowîzên ku polîtîkayên AKP'ê û politîkayên şer şermezar dikin hatin vekirin û siloganên aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin hatin berzkirin. Girsê herî zêde pankartên "Karê bi ewle, Pêşeroja bi ewle; Aştî, Demokrasî û Azadî: Bijî 1'ê Gulanê" "Zarokan ji Ensarê biparêzin", "Kar, ked û azadî", "Azadî îtîatê nake" vekirin û daxwaza azadiya ked, aşti û wekheviyê xwestin. Bê navber siloganên AKP'e şermezar dike hatin berzkirin. Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye jî pankarta "Rojnamegerî ne sûc e" vekir û silogana "Bila girtiyên Azad serbest bên berdan" berz kir. Disa endamên Komeleya 10'ê Cotmehê ku ji aliyê malbatên zarokên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan pankarta wêneyen zarokên wan li ser vekirin. Di mîtingê de bê navber siloganên "Şehîd namirin" berz kirin. Kedkarên jin jî pankarta "Ger ku Kadro tune be 3 zarok jî tune" vekir polîtikayên AKP û Serokomar rexne kir. Li herêma Sihhiyê ku endamên DÎSK û Turk-İş lê kom bû û milê Cebecî yên endamên KESK, TMMOB û TTB'ê lê kom bûn, ji aliyê polîsan ve tedbîr hatin girtin. Kedkar di nokteyên kontrolê re derbasî qada mîtîngê bûn. Dîsa peyvirdarên ku ji aliyê Komîteya Amadekar a mîtîngê ve detbîr girt. Di ser qadê de bê navber helikopterên polîsan firiyan. KURDÎ-DER jî bi pankarta "Bijî 1 Gulan" ket qada mîtîngê û bê navber siloganên kurdî berz kirin. Pîrozbahî bi axaftinan berdewam dike. (mae)