Destnedayîn dê di bin kontrola polîsan de bê niqaşkirin 2016-05-01 13:12:52 ENQERE (DÎHA) - Serokwezîr Ahmet Davutoglu got "Dê nekevin wê civînê" û piştre Rêveberiya Meclîsê biryar girt ku polîs jî têkevin civînê. Rêveberiya Meclîsê di lehê AKP'ê ku hem di civîna Lijneya Giştî de û hem jî di hevdîtina komîsyonan de erîşî wekilên HDP'ê kir de biryar girt ku di hevdîtinên komîsyonê ya duşemê de polîs li ber derî rawestin. Her wiha lîsteya kesên têkevin meclîsê jî bê diyarkirin. Di hevdîtina niqaşên destnedayîna wekîlan ku li ser daxwaza AKP'ê hat meclîsê, wekîlên AKP'ê êrîşî wekîlên HDP'ê kiribûn. Piştre navber dan niqaşan. Niqaş dê sibê li Lijneya Giştî ya Meclîsê berdewam bikin. Piştî niqaşên li meclîsê Rêveberiya Meclîsê li dijî HDP'ê biryarên nû girtin. Rêveberiya Meclîsê di lehê AKP'ê ku hem di civîna Lijneya Giştî de û hem jî di hevdîtina komîsyonan de erîşî wekilên HDP'ê kir de biryar girt ku di hevdîtinên komîsyonê ya duşemê de polîs li ber derî rawestin. Her wiha lîsteya kesên têkevin meclîsê jî bê diyarkirin. Dîsa tevlêbûna HDP'iyan a tevlêbûn niqaşên komîsyonê dê bê bisînorkirin. Polîs dê li ber derî nobetê bigire. Dê tenê endamên komîsyonê û şewirmendên wekîlan têxin hundir. Dîsa li salona ku civîna niqaşên makezagonê lê bê kirin jî dê polîs li ber derî raweste. Kesên derbasî salonê bibin jî dê di bin kontrola polîs de derbasî salonê bibin. Rojnameger de nikaribin hiqaşan bişopînin. Dîsa dê wekîl bi çekan nikaribin têkevin kampusa meclîsê. (mae)