Girse ji bo meşa 1'ê Gulanê li hev kom bûn 2016-05-01 10:38:56 STENBOL (DÎHA) - Rêxistinê kedê û saziyên pîşeyî ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Roja Kekdarên Cihanê ya li qada Bazara Gel a Bakirkoyê dê bên pîrozkirin, li hev civiyan. Pîrozbahiyên 1'ê Gulanê ku ji hêla DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê ve li dijî êrîşên AKP'ê tên li darxistin, berî gel li Qada Bazara Gel ya Bakirkoyê li hev bicive, amedekariyên meşên girseyî tên kirin. Du riyên ku dê biçin qadê, di dasetên serê sibehê re ji hêla polîsan ve hatin girtin. Kedkar jî di saetên serê sibehê de li herêma Marmara Formu û Încîrlîkê li hev civiyan û dest bi amedekariyan kirin. Dê KESK, EMEP, HDP û HDK li herêma Marmara Forumê, DÎSK, TTB û TMMOB jî dê ji herêma Încîrlî bimeşin qadê. Her wiha hat diyar kirin ku herêma Mizgefta Şîşliyê ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin, komên li herêma Bomontî xwestin bimeşin, rastî êrîşa polîsan hatin. Hat diyar kirin ku gelek kes hatine binçavkirin. (ms)