Saziyên kedê bi girseyî herikîn 1'ê Gulanê 2016-05-01 10:14:38 ENQERE (DÎHA) - Îro di saetên serê sibehê re hemû riyên ku diçûn Qada Kolejê hatin giritn. Her wiha bi rojan bû li Enqereyê baran dibarî û 1'ê Gulanê bi sayî dest bi rojê kir û rojê bi tîrêjên xwe Enqere germ kir. Pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên ji hêla KESK, DÎSK, TMMOB û TTB''yê ve bi piştgiriya gelek rêxistinên sosyalîst, partiyên siyasî û saziyên sivî hat amadekirin, li Qada Kolejê dest pê kir, her wiha qada pîrozbahiyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Ji dervayî bajarê din, TURK-ÎŞ jî beşdarî pîrozbahiyên li Enqereyê bû. Li Enqereyê di saetên serê sibehê de 2 hezar 500 polîs ji bo ewlehiyê hatin peywîrdarkirin û welatiyên ku hatin qadê di lêgerînê re hatin derbaskirin. Pîrozbahiyên dê li Qada Kolejê bên li darxistin, dê DÎSK û TURK-ÎŞ ji hêla Ulusê, KESK, TMMOB, TTB, û saziyên sivîl jî dê ji herêma Cebeciyê bimeşin qadê. Bîranîn hat li darxistin Berî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê, ji hêla Komîteya Amadekar a Mitîngê û berdevkên saziyan ve, kesên di demên dawî di li Gara Trenê ya Enqereyê, Guvenpark û Kuçeya Merasîmê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Her wiha li cihê Ethem Sarusuluk lê jiyana xwe ji dest dabû jî qurnefîl hatin danîn. Her wiha hat îdiakirin ku 4 endamên DAIŞ'ê ku amadekariya êrîşa li dijî mitîngê dikirin, ji hêla polîsan ve hatine binçavkirin. Piştî van îdiayên li çapemeniyê hatin belavkirin, di nava raya giştî de bû sedema nîqaşên wekî "dixwazin pêşî li tevlibûna mitîngê bigirin." (ms)