Dê zilma li Kurdistanê di 1'ê Gulanê de bê şermezarkirin 2016-04-30 11:55:04 SÊRT (DÎHA) - Li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê ji bo 1'ê Gulanê xebateke awarte tê meşandin, ji van bajaran ku xebatên 1'ê Gulanê tê meşandin jî Sêrt e. Kedkar û karkerên ku dê 1'ê Gulanê de li qada Newrozê li hev bicivin, li gel daxwazên çîna karkeran, dê zilma li Kurdistanê jî bê şermezarkirin. Her sala zext û zilma li ser civakê û bi taybetî li ser karkeran zêde dibe, karker û kedkar dê îsal di 1'ê Gulanê de ji bo li hemberî vê zilma li dijî çîna karkeran pê tê re bêje bes e, dê li qadan bin. Xebatên 1'ê Gulanê ku li gelek bajaran hatine destpêkirin, cihekî din jî bajarê Sêrtê ye. Kekdar û karkerên li bajêr dijîn, dê sibê li qada Newrozê li dijî metîngeriya li ser kedê dengên xwe bilind bikin. Kedkara tenduristiyê ya bi navê Asya Kayro diyar kir ku 1'ê Gulanê ji bo jinên ku keda wan hatiye xepiskirin gelekî girîng e û wiha axivî: "Cara ewil jin bi metîngeriyê re rû bi rû man û cara ewil keda wan hat xepiskirin. Em ji bo tiştên ji me hatin dizîn têkoşînê didin û em dê xwedî li wê têkoşîna ku heta roja meya îro hatiye dayîn derkevin." Jin dê li qadan dengên xwe bilind bikin Kayro bal kişand ser şerê li Kurdistanê tê meşandin jî û aşkera kir ku têkoşîna li dijî vî şerî dê di 1'ê Gulanê de hêj bi watedar be û wiha pêde çû: "Travmaya mezin a vî şerî em jin dikişînin. Cenazeyên jinên Kurdistanê li erdê tê hiştin, tên tezîkirin û îkencekirin. Em wekî jinên li ser vê axê wekî alavekî hatin firotin. Ji bo wê em dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin." Welatiyê 44 salî yê bi navê Selîm Înan ê seyarfiroşiyê dike, da zanîn ku ew dê 1'ê Gulanê de li qadan bin û ev tişt got: "Karker di ahû zarê de ne, dixwaze birayekî wî dengê wî bibihîse. Êdî aştiyê dixwaze, bila ev şerê qirêj êdî biqede. Bes bila bigirî bira û hevrê." Înal aşkera kir ku ew wekî karkerên kurdistanî, ji kar zêdetir, pêwistiya wan bi aştiyê heye û ev tişt anî ziman: "Em wekî gelê kurd heke li vê erdingariyê hilberînê rawestînin, dê sewalkarî bi dawî bibe. Gelê kurd îro dest ji kar û barê xwe berdaye, têkoşîna azadiyê dide. Êdî kes naxwaze kefen û xwîna ku diherike bibîne. Em ê di 1'ê Gulanê de van daxwazan bînin ziman." Dê zilma li ser Botanê rabe Lokman Bagkar jî der barê 1'ê Gulanê de nêrînên xwe anî ziman û da zanîn ku ew dê di 1'ê Gulanê de li qada Newrozê 1'ê Gulanê pîroz bikin û aşkera kir ku dê gelê Botanê di 1'ê Gulanê de li dijî metîngeriyê dengê xwe bilind bike û têkoşîna xwe mezin bike. (ms)