Karkerên Şîşe-Camê berxwedanê dibin qada mitîngê 2016-04-30 09:14:18 MÊRSÎN (DÎHA) - Karkerên Şîşe-Camê yên ku ji ber endamên Sendîkaya Krîstal-Îş'ê bû ji kar hatin derxistin diyar kirin ku dê berxwedana dan destpêkirin bibin qadên 1'ê Gulanê. Karkeran wiha bang li hemû kedkaran kir: "Em hemû kesî dewetî roja berxwedanê 1'ê Gulanê dikin." Karkerên Şîşe-Camê yên ku par ji ber endamên Sendîkaya Krîstal-Îş'ê bû li Mêrsînê ji kar hatin avêtin dê berxwedana xwe ya dan destpêkirin bibin qadên 1'ê Gulanê. Karkeran wiha bang li hemû karkeran kir: "Maf nayê dayîn tê girtin. Serkeftin li kolanan tê qezenckirin." Karkerê bi navê Îsmaîl Yilmaz ê ku di berxwendanê de ye balkişand ser girîngiya 1'ê Gulanê û wiha got: "Divê êdî cîna karkeran hişyar bibe." Yilmaz diyar kir ku ji bo vê yekê divê karker xwe rêxistin bikin û berxwe bidin. Yilmaz anî ziman ku ji bo karker mafên xwe yên hatin gaspkirin paşda bigirin derkevin qadên 1'ê Gulanê. 1'ê Gulanê roja berxwedanê ye Karkerê bi navê Yaşar Akkul jî diyar kir ku 1'ê Gulanê tenê cejn nîn e û di heman demê roja berxwedan û piştevaniyê ye. Akkul anî ziman ku polîtîkayên AKP dimeşîne faşîzim e û divê hemû kes bi hêz tevlî 1'ê Gulanê bibe. 'Maf nayê dayîn tê girtin' Karkerê bi navê Fatih Ataş jî diyar kir ku li hemberî êrîşên di jingeha kedê divê hemû kes derbikeve qadan û wiha got: "Ji bo pêşeroja cîna karkeran, 'maf nayê dayîn tê girtin, serkeftin li kolana tê qezenckirin'" 'Em dê berxwedana xwe bibin qadan' Karkerê bi navê Turgay Taşar jî diyar kir ku 1'ê Gulanê berî her tiştî roja azadî, ked û kar e û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê hewil dide 1'ê Gulanê weke rojekî cejnê nîşan bide. Lê 1'ê Gulanê ji bilî cejnê roja berxwendaê ye. Em dê berxwedana xwe bibin qadan." (ft)