'Bi ruhê Newrozê li qadên 1'ê Gulanê bin' 2016-04-29 13:19:47 ÎZMIR (DÎHA) - Rêxistina HDP'ê û Koordînasyona HDK'ê bi daxuyaniyekî aşkera kirin ku dê di 1'ê Gulanê de li dijî hilweşandin, şer û qedexeyan bi ruhê Newrozê li qadan bin. Rêxistina HDP'ê û Koordînasyona HDK'ê, li avahiya HDP'a Îzmirê der barê pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de daxuyaniyek dan. Daxuyniya ku ji hêla Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDK'ê Dîlek Akpolat ve hat xandin de, hat gotin ku roja kedkar û bindestan 1'ê Gulanê nêz dibe, divê gelên bindest li dijî desthilatdariya AKP-Qesrê berxwedanê mezin bikin. Akpolat bi lêv kir ku bi qanûna torbeyan re jin di malan de hatin hepiskirin, her rojê bi êrîşeke nû re rû bi rû dimînin û wiha pêde çû: "Bi buroyên îstihdamê û bi qanûnkirina taşrontiyê re, karker û kedkar di şertên koletiyê re rû bi rû ne." Akpolat bal kişand ser mirina karkeran jî û aşkera kir ku di meha adarê de 157 karkerî jiyana xwe ji dest daye. Piştî axaftinan, Hevserokê HDP'a Îzmirê Muhafiz Guleryuz axivî û diyar kir ku ew ê di 1'ê Gulanê de bi ruhê Newrozê tevli pirozbahiyên roja karkeran bibin. Her wiha Guleryuz êrîşên di demên dawî de li dijî parlamenterên HDP'ê pêk tên jî şermezar kir. (ms)