KJA: Bi ruhê 8'ê Adar û Newrozê li qadan bin 2016-04-29 12:26:28 AMED (DÎHA) - Kongreya Jinen Azad (KJA), bi daxuyaniyekî bang li raya giştî û bi taybetî li jinan kir ku bi ruhê 8'ê Adare û bi berxwedana Newrozê, bi tilîlî û rengên xwe tevli 1'ê Gulanê bibin. KJA'yê der barê Roja Karkerên Cîhanê de daxuyaniyek da, di daxuyana KJA'yê de hat gotin ku 1'ê Gulanê ji dîrokê heya niha, bi xwihdan û xebatek xwedî ket, bi keda jin, kedkar û karkeran hatiye vê rojê û xwest ev roja kedê bi hevkariyek mezin bê pêşwazîkirin. Her wiha bi riya daxuyaniyê bang li jinan jî hat kirin û wiha hat gotin: "Îro jî heman daxwaz, hêvî û ruhê berxwedanê, em xwedî îdayên avakirineke cîhaneke azad in, divê hemû jinên kedê didin beşdarî 1'ê Gulanê bin." KJA'yê di dirêjiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ked, xwihdana eniya mirov, pîroziyên mirov in, ev pîroziyên mirov îro di bin êrîşa desthilatdar, zalim û metîngeran de ye û wiha hat gotin: "Diziya kedê cara ewil li dijî keda jinê pêk hatiye, bi dizîna keda jinê re, keda hemû civakê hatiye xespkirin û mirovahî ber bi tunebûnê ver biriye. Di hebûna civakê û kedê de keda jinê faktora sereke ye. Têkoşîneke rast, bi rastgirtina hebûna dîrokî re pêkan e." Bi ruhê 8'a Adar û Newrozê li qadan bin Her wiha di daxuyaniyê de li ser girîngiya 1'ê Gulanê jî hat sekinîn û hat gotin ku di 1'ê Gulanê de li dora wekhevî, azadî, demokrasî û edaletê li hev bicivin û xwedi li têkoşîna xwe derkevin û ev tişt hat gotin: "Di vê çarçoveyê de divê bi ruhê 8'ê Adar û Newrozê xwedî li qadên 1'ê Gulanê bê derketin û bi tilîliyên herî xweş pîrozbahî bên kirin." (ms)