600 endamên KESK'ê tev li 8'ê Adarê bûn rastî lêpirsîn hatin 2016-04-28 14:06:03 ENQERE (DÎHA) - Li Semsûrê der barê 600 endamên KESK'ê de bi hinceta tev li daxuyaniya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bûne der barê wan de lêpirsîn hat vekirin. Sekretera Jinê ya BES'ê ya Semsûrê Tulay Ersonmez jî ji ber daxuyanî xwend hat sirgûnkirin. Endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ji ber tev li daxuyanî û çalakiyan dibin rastî lêpirsîna dewletê tên. Endamên Platforma Şaxan a KESK'ê ya Semsûrê yên jin ji ber tev li çalakiyên 8'ê Adarê bûn rastî lêpirsinê hatin. Sekretera Jinê ya Sendîkaya Kedkarên Buro (BES) ya Semsûrê Tulay Ersonmez jî ji ber daxuyanî xwend hat sirgûnkirin. Endamên KESK'ê li Navenda BES'ê ya Enqereyê têkildarî mijadê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Sekretera Jinan a KESK'ê Gulistan Atasoy, Sekretera Jinê ya Egîtîm Sen'ê Ebru Yigit, Sekretera Jinê ya Tum Bel-Senê Meliha Beysulen amade bûn. Sekretera Jinê ya BES'ê Meryem Çag, diyar kir ku hikûmet mafê wan ê sendîkayî asteng dike û bi plan êrîşî jinên KESK'î dike. Çag, da zanîn ku der barê Seroka Şaxa Zonguldakê Zuhal Engin û Sekretera Şaxa Balıkesirê Ozgul Erdem Coşar jî bi hinceta têkildarî komkujiya Enqereyê daxuyanî dane lêpirsîn hatiye vekirin. Ji bo daxuyaniya 8'ê Adarê da hat sirgûnkirin Sekretera Jinê ya BES'ê ya Semsûrê Tulay Ersonmez jî ji ber daxuyanî xwend hat sirgûnkirin. Çag, destnişan kir ku walîtiya Semsûrê der barê 600 endamên wan ên KESK'ê de bi sedema beşdarî daxuyaniya 8'ê Adarê bûne de lêpirsîn hatiye vekirin û Walîtiya Semsûrê Sekretera Jinê ya BES'ê ya Semsûrê Tulay Ersonmez sirgûnî Kastamonuyê kiriye. (mae)