Dê 1'ê Gulanê de karker li Qada Îstasyonê bin 2016-04-28 09:02:27 AMED (DÎHA) - Îsal jî bi mîlyonan karker û kedkar dê li hemberî mijokariyê û bi daxwaza jiyaneke bi rûmet dakevin qadên 1'ê Gulanê û li Amedê jî dê bi dehezaran kes li Qada Îstasyonê ji bo bilindikirina daxwaza karkeran bicivin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi mîlyonan karker û kedkar bi coşek mezin amadekariya 1'ê Gulanê dikin. Li Kurdistanê yek ji bajarên ku pîrozbahiya 1'ê Gulanê bi awayek navendî tê pîroz kirin jî Amed e. Kedkarên ku li Sîteya Sanayiyê ya Amedê û Bazara Taxê ya Jiyan dixebitin diyar kirin ku ji bo jiyanek xweştir dê di 1'ê Gulanê de li Qada Îstasyonê bin. Ciwanê bi navê Bîlal Uçucu ev 3 sal in ku li Sîteya Sanayiyê maşîneyan temîr dike. Uçucu anî ziman ku ew di nav şert û mercên gelek giran de dixebitin û heqê keda xwe jî nagirin. Uçucu da zanîn ku rojê 14 saetan kar dike lê heftane 200 TL heqdestê digire û got mafê karker û kedkaran jî heye jiyaneke mirovane bijîn. Uçucu anî ziman ku ew jî weke bi mîlyonan kedkaran dixwaze di 1'ê Gulanê de li qadan be û got ji bo karker heqê keda xwe bigire divê têkoşîna hevpar pêş bixe. 'Emê 1'ê Gulanê bi ruhê berxwedanê pîroz bikin' Yek ji ciwanên ku li Sîteya Sanayî dixebite jî Seyîthan Pîrînçoglu (24) ye ku ev 10 sal in vî karî dike. Pîrîncoglu da zanîn ku ji zaroktiya xwe ve ye ku neçar maye di nav şert û mercên giran de bixebite û got ne mafê wan ê tenduristiyê ne jî mafê jiyanê nayê parastin. Pîrinçoglu bibîrxist ku ji ber xwedî ewlehiya kar nînin gelek hevalên wan ên kedkar jiyana xwe ji dest didin. Pîrînçoglu herî dawî diyar kir ku di bi ruhê berxwedanê biherikin Qada Îstasyonê. 'Kedkar bi hezar zehmetiyan dixebitin' Ramazan Bayir ê 20 salî ku ev 7 sal in li Sîteya Sanayiyê dixebite balê kişand ser zehmetiyên karê ku dikin û wiha axivî: "Karê me giran e. Maşîne tê weke agir e. Carna destê me dişewite, laşê me rûye me dişewite. Yên seqet dibin jî hene. Gelek caran sîgorta jî nayê kirin." Bayir jî bang li hemû kedkaran kir ku bi coşek mezin di 1'ê Gulanê de bicivin. 'Gelek hevalên me hene ku nanê wan ê xwarinê tune ye' Dayika 6 zarokan a bi navê Azîze Canbek (40) jî di Bazara Taxê ya Jiyanê de ji bo debara mala xwe dirûnkariyê dike. Canbek anî ziman ku her çiqas şertên xebatên giran be jî ew weke jin ji xebatê kêfxweş e û wiha berdewam kir: "Gelek hevalên me hene ku nanê wan ê xwarinê tune ye. Li cihê ku em di mal de rûnen, em tên vê derê û li ser piyan disekinin. Ji ber ku hevserê min nexweş e ez li zarokan dinêrim. Ez dixebitim û nanê xwe dibim malê." Canbek jî balê kişand ser neheqiyên ku li kedkar û karkeran tê kirin û ji bo parastina kedê bang li herkesî kir ku di 1'ê Gulanê de li qadan bin. 'Emê weke jinên kedkar di 1'ê Gulanê de li qadan bin' Jina bi navê Munaver Yildirim (48) jî ev 3 sal in li Bazara Taxê ya Jiyanê dixebite. Yildirim destnîşan kir ku ji aliyekî ve bi dehan kes ji ber şer jiyana xwe ji dest didin ji aliyekî ve jî bi dehan karker di kar de jiyana xwe ji dest didin. Yildirim anî ziman ku ewê 1'ê Gulana îsal bi hêviya aşitiyê pîroz bikin û got "Em ji bo nanê xwe têkoşînê didin. Em li malê 5 jin dijîn, mêr tune ye. Em her tiştî bi xwe dikin. Emê di 1'ê Gulanê de li gel jinên kedkar bi coşeke mezin biçin Qada Îstasyonê." (sy)