Sedhezar dê bibin xewna tirsê ya îxtîdarê 2016-04-27 09:15:46 ENQERE (DÎHA) - Hevseroka Partiya Ji nûvce Rizgariya Sosyalist (SYKP) Necla Kurul, diyar kir ku amadekariyên wan ên 1'ê Gulanê Roja Cejna Ked û Piştevaniyê ya Cîhanê bi dawî bûye û ew dê bi sed hezaran dakevin qadan û bibin xewna tirsê ya îxtîdarê. Kurul, destnîşan kir ku ew dê li dijî şer, komkujî, destdirêjî, kedxwarî û kuştina jinan dakevin qadan û wiha got: "Qêrîna 500 hezar mirovan dê guhê îxtîdarê bizingirîne." Li Enqereyê amadekariyên 1'ê Gulanê Roja Cejna Ked û Piştevaniyê ber bi dawî ve diçe. Hevseroka Partiya Ji nûvce Rizgariya Sosyalist (SYKP) Necla Kurul, têkildarî amadekarî û armanca pîrozbahiya 1'ê Gulanê agahi dan. Kurul, anî ziman ku ew dê Cejna 1'ê Gulanê li qada Kolejê piroz bikin û îsal 1'ê Gulanê ji her sal girîntir e û wiha got: "AKP aşkere dijminantiya kedê dike. Ji bo hemû gelê Tirkiyeyê li mafê xwe yê kedê xwedî derkeve divê dakevin qadan. Em bang li hemû gelê Tirkiyeyê dikin ku dakevin qadan û mafê xwe bixwazin. 'Şer derdixin û êrîşî çîna karkeran dikin' Kurul, bilêv kir ku 1'ê Gulanê ji bo rizgariya pêşerojê ji bo wan wekî cejnê ye û wiha got: "Divê kedkar û karker li mafê xwe yê kedê xwedî derkevin. Rêveberiya Tirkiye şerê cîhanê dike bahane û li ser keda karker û kedkaran rûdinê. Divê em di 1'ê Gulanê de ji bo daxwaza mafê xwe biqîrin. Divê her kes dakevin qadan û li dijî kedxwarî, şer, destdirêjî, kuştin, qetilkirina jinan û binpêkirina mafan dakevin qadan. Li bajarên kurdan şer didome. Divê em li dijî şer û kuştinan helwesta xwe nîşan bidin. Divê hemû çînên karkeran dakevin qadan û li keda xwe xwedî derkevin. Em neçarin dakevin qadan. Li Tirkiyeyê di sala dawî de Hezar û 500 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Her rojê 2-3 jin ji aliyê mêr ve tên qetilkirin. Tecawiza li dijî zarokan di asta herî jor de ye. Li ber çavê cîhanê mirov di jêrzemînên havîtiyê de tên qetilkirin. Divê em kedkar û karker li hemberî vê yekê piştevaniya xwe xurt bikin. Divê em dakevin qadan. Ji ber ev çalakiya me ya piştî 10'ê Cotmehê çalakiya herî mezin û destpêke pir watedar û girîng e." 'Divê em zingîniyê ji guhê îxtîdarê bînin' Kurul, biryara qedexeya Walîtiyê ya qada Sshhiyê jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Ji ber ku îxtîdar ji karkeran ditirse naxwaze qêrîna karkeran bibhîze. Lê divê em bi sedhezaran di 1'ê Gulanê de dakevin qadan û bi qêrîna xwe guhê îxtîdarê bizingirînin. Divê em 500 hezar mirov dakevin qadan û pertê guhê îxtîdarê biqetînin. Em wekî partiya Rizgariya Sosyalîst daxwaza ked, aştî û azadiyê bikin. Silogana me ya isal dê "Dê Saltanat xelas bibin, lê dê 1'ê Gulanê bidomin" be. (mae)