Destnedayîna siyasetmedarên kurd 22 sal şûnde dîsa hat rojeva meclîsê 2016-04-27 09:09:25 STENBOL (DÎHA) - 22 sal berê di sala 1994'an de destnedayîna Wekilên DEP'ê hat rakirin û ji meclîsê hatin avêtin. Piştî 22 sal şûnde partiyên AKP, MHP û CHP bûne yek û dixwazin destnedayîna wekîlên HDP'ê rakin û wan ji meclîsê derxin. Di sala 1994'an de dema destê Wekîl û siyasetmedarê kurd Orhan Dogan hat kelepçekirin, bertek nîşan da û got: "Em ji kelepçeyan natirsin. Em ji hesapdayîna gelê xwe û dîrokê ditirsin. Niha jî ev sekn û helwesta gel didome. Nêzîkatiya dewlet û hikûmetên hatine îxtîdarê ya li dijî siyasetmedarên kurd a dûrxistina siyasetê nehatiye guhertin. 22 sal berê wekîlên kurd bi lêdanê ji meclîsê hatin avêtin û hatin girtin, ev helwest û nêzîkatiya li hemberî gelê kurd hêj berdewam dike. Hikûmeta AKP'ê ji bo rê li pêş siyasetê bigire û li gorî xwe zagon û pîvanan amade bike hewl dide ku wekîlên HDP'ê ji meclîsê dûr bixe. Ji bo vêyekê dixwaze CHP'ê jî bike şirîkê xwe. Ji bo vê mijarê dê îro li meclîsê dest bi niqaşa destnedayînan bikin. Di sala 1994'an de 22 sal berê dîsa hikûmet li wekîl û siyasetmedarên kurd bûn yek û wekîlên kurd bi lêdan û kişandinê ji meclîsê dûr xistin. Destê wekîl û siyasetmedarên kurd kelepçe kirin û avêtin zindanê. 22 sal derbas bûn niha dixwazin dîsa feraset û siyaseta 22 sal berê dubare bikin. Wê demê wekîl û siyasetmedarê kurd Orhan Dogan dema destê wî hat kelepçekirin, bertek nîşan da û got: "Em ji kelepçeyan natirsin. Em ji hesapdayîna gelê xwe û dîrokê ditirsin. Ez ji dîrok û hesapdayîn agel ditirsim. Dibe ku iro hin kes li meclîsê min ango hevalê min darizînin. Lê nikarin fikrê min, dîtin û baweriya min darizînin. Ji ber ku nikarin fikra min mahkum bikin destê min kelepe dikin. Lê dê nikaribin kelepçe li meciyê min bixin. Ez bawer dikim ku yên îro dixwazin destnedayina min bê rakirin, dê hesap nedin dîrok û gel. Divê esil yên bitirsin ew bin. We ji xwe di dil û wîcdanên gel de mahkum in." Dibe ku fikr û baweriya min li dijî nerîna cîhanê be, lê rastî û şaşiya van fikran bi kelepçeyê nabin. Bi niqaş û parvekirinê dibin. Ne ez mecburim wekî we bifikirim, ne jî hûn mecbûrin ewkî min bifikirin. Divê meclîs bigêje vê astê ku fikrên hev qebûl bikin. Pirsgirêka kurd ji ber vê feraseta neqebûlkirinê derdikeve holê. Ji ber ku fikrên me yên kurd cudane em tên darizandin. Esil yên cudakar yên herêmek Tirkiye cuda u herêma din cuda bi rêve dibin in. Li tu deverên cîhanê mirovan ji ber fikrên xwe parve kirine ew welat perçe nebûye. Tu welat bi parvekirin û aşkerekirina fikran perçe nabe. Tu rejîmên parlamenter jî ji ber fikrên wan destnedayîna wekilan ranekiriye. Niha jî ev sekn û helwesta gel didome. Ger ku piştî niqaşên meclîsê destnedayîna wekîlên kurd bên rakirin, wekîl dê biçin dozgeriyê îfade bidin û bên darizandin. (mae)