'Divê Tirkiye tercîha xwe bike: An demokrasî an otorîtebûn' 2016-04-26 11:18:20 MÊRSÎN (DÎHA) - Nîqaşên der barê rakirina destnedana parlamenteran di rojevê de cihê xwe digire, Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku divê Tirkiye an demokrasî de an jî di otorîtebûnê de tercîha xwe bike. Parlanetera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî bi lêv kir ku navenda siyasetê ne tenê mecist e. Piştî li ser daxwaza Serokomar Tayyîp Erdogan, tê xwestin ku destnedana li ser parlamenterên HDP'ê bê rakirin, dorpêça ji hêla AKP'ê ve hat destpêkirin, bi piştgiriya CHP û MHP'ê berdewam dike. Parlaneterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen bal kişand ser rakirina destnedana û aşkera kir ku divê Tirkiye di navbera demokrasî û otorîtebûnê de tercîha xwe bike. Vîna gel di dorpêçê de ye Bîlgen bi lêv kir ku hebûna parlementoyê, vîna meclisê, her wiha vîna gel di dorpêçek de ye û ev tişt got: "Heke ji vê şaşitiyê neyê vegerîn, ev dê ne tenê bandorê li ser siyaseta kurdan, dê ev şaşî bandoreke mezin li ser demokrasiya Tirkyeyê bike. Dê partiyên muxalefetê jî tişta ku para wan bikeve dê bigirin. Divê piştgiriya ji bo AKP'ê demildest bê berdan." Bîlgen der barê girtina şaredar, rêveberên navçe û bajaran, xwendekar, rewşenbîr û akademisyenan de jî nêrînên xwe anîn ziman û derbirî ku ew naxwazin tenê li ser mijara destnedanê bisekinin, lê ev girtin jî beşeke vê polîtîkayê ye. 'Meclisê ji dewrê derdixin' Bîlgen di dirêjiya axaftina xwe de pişt rast kir ku heke Tirkiye vê dorpêçê asteng neke, dê herî zêde meclis ji vê yekê para xwe bigire û wiha pêde çû: "Bi vê yekê meclis ji dewrê tê derxistin û ev bi awayekî şênber tê dîtin. Tirkiye di rojên pêş de di merheleyeke girîng re derbas dibe. Di vê pêvajoyê de an Tirkiye dê demokrasiyê an jî otorîteyê de tercîha xew bike." 'Cihê heqîqetê ne tenê meclis e' Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî bi bîr xist ku dîroka siyaseta Tirkiyeyê bi rûpelên şermê hatiye tijekirin û aşkera kir ku hikûmeta AKP'ê ji van rûpelên şermê, bi înkaririna bawerî û vîna gelan re rûpeleke din jî lê zêde kiriye. Kaya got ku li hemberî vê polîtîkya Qesrê, CHP û MHP jî hatiye lîstikan. Kaya di dirêjî da axaftinên de gotinên Serokê Giştiyê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ên wekî 'Ev li dijî qanûnê be jî em dê bêjin er ê' jî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Kiliçdaroglu di nava fikaran de ye, dê di nava CHP'ê de nerazibûnên cidî derkevin holê. Em di dawiya dawî de ji meclisê bên avêtin jî em dê dest ji vê têkoşînê bernedin. Em dê li dijî wan kesên ku gelê me tune dihesibîne, qadan neterikînin û em dizanin ku tenê cihê heqîqetê ne meclis e." (ms)