'Ji şaredariya Miksê hem tevkariya aboriyî hem jî ya ekolojîk' 2016-04-26 09:05:47 WAN (DÎHA) -Ji aliyê Şaredariya Miksê ve hem ji bo piştgiriya ekolojiyê hem jî ji bo ya aboriyî 42 hezar şitlên gûz û mişmişan hatin danin. Yek ji çavkaniyên aboriya Miksa Wanê çandinî ye. Ji bo pêşketina çandiniyê ji aliyê Şaredariya Miksê ve 42 hezar şitlên gûz û mişmişan hatin danîn. Hevşaredarê Miksê Mehmet Garîp Aykût da zanîn şitlên ku bi serevaniyê hatin çandin dê tevkariya aboriyê jî bike û wiha got, "Hem ji bo tevakriya aboriyê hem jî ji bo xwezayeke ekolojîk me xebateke wisa kir." ‘Navçe ji bo gûzan kêrhatî ye lê belê darên gûza tên jêkirin' Aykût diyar kir ku xwezaya navçeyê ji bo gûzan kêrhatî ye lê belê di salên borî de bêyî destûr bi dehan darên gûzan hatine jêkirin û wiha got, "Erdnîgariya Miksê ji bo gûzan navçeyeke kêrhatî ye. Li gel me ji gel re ev vegotiye jî bi hinceta dibêjin riziyaye û tu berî ande wan jê dikin. Ji bo em jî ji vê re qadê vala nehêlin me 42 hezar şitil danîn." 'Hem tevkariya aboriyî hem jî ya ekolojîk' Aykût diyar kir ku hem ji bo tevkriya aboriya Miksê û hem jî ji bo xwezayeke ekolojîk wan 42 hezar şitil çandine û berên ku ji van şitlan werbigirin dê li gel belav bikin û wiha axivî, "Li hemberî sermê qewî ne û maliyeta wan hema bêje ne tu tişt e jî. Em dê di payîzê de li hemû gundên Miksê belav bikin. Hem ji bo tevkariya aboriyê hem jî ji bo xwezayeke ekolojîk me xebateke wisa kir. Dema gelê me serî li me bide em dê alîkariya wan bikin. Di sala bê de jî em dê 100 hezar şitlî deynin." (red)