Haber-Sen: Em dê li hemberî faşîzmê serî netewînin 2016-04-25 15:31:31 AMED (DÎHA)- Şûbeya 3'yemîn a Amedê ya Sendikaya Çapemenî Weşan Ragihandinê û Kedkarên Posteyê, ji bo şermezarkirina êriş û zextên dewletê yên sirgûnkirinê yên li hemberî endamên wan daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Şûbeya 3'yemîn a Amedê ya Sendikaya Çapemenî Weşan Ragihandinê û Kedkarên Posteyê( Haber-Sen ), sirgûnkirina arasteyî endamên xwe bi daxuniyeke çapemeniyê protesto kirin. Di daxuyaniya li Şaxa 1'min a Eğitim-Sen ê ya Amed ê pêk hat de, Sekreterê Darayî yê Şûbeya 3'yemîn a Amedê ya Haber-Sen'ê Ozgen Erdemcî axivî. 'Em dê tu carî dev ji sekna xwe yî bi rûmet û biryardariyî bernedin' Sekreterê Darayî yê Şûbeya 3'yemîn a Amedê ya Haber-Sen'ê Ozgen Erdemcî diyar kir ku dewlet di bin navê "Xebatkarên cemaweriyê yên bi rêxistinên ku ewleyiya millî tehdît dikin" de bi awayekî faşîzane êrîşî kedkarên cemaweriyê dikin. Erdemcî da zanîn ku gîştînameya hatiye weşandin berhemeke 12'ê Îlonê ye û bi vê re li sendîkayên wek HABER-SEN û KESK'ê dest bi sirgûn, lêpirsûn û heta fesxkirina peymana kar jî dike û anî ziman ku li gel Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) û peymanên navneteweyî jî ji ber beşdarî gervê bûne bi hezaran li kedkarên cemaweriyê doz hatiye vekirin û wiha got, "Em wek HABER-SEN'ê li dijî zext û zoriyên ku di van demên dawî de zêdebûne, dê tu carî dev ji sekna xwe yî bi rûmet û biryariyî bernedin. Em dê li hemberî êrîş, gefan û zorbaziyê tu carî serî netewînin." (era-ain/red)