Turkdogan: Destnedan bê rakirin dê şidet kûr bibe 2016-04-25 10:11:19 CENEVRE (DÎHA) - Serokê Giştiyê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku di binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistane de, daraza Tirkye û Ewropayê di polê de maye û hişyar kir ku heke destnedana li ser wekîlên HDP'ê bê rakirin dê şideta li Tirkiyeyê hêj kûrtir bibe. Konferansa bi navê "Li Tirkyeyê Binpêkirinên Mafên Mirovan û Helwesta Ewropayê" ya ji hêla Zanîngeha Karkerên Cenevreyê, Navneda Mafên Mirovan a Kurd, Navenda Civka Kurd a Cenevreyê, Solîdarîte û Civakên Rêxistinên Sendîkayên Cenevreyê (CGSA) ve hat organîzekirin, Parlamenterê Parlanentoya Swedê Carlo Sommaruga û Serokê Giştiyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan wekî axaftvan beşdarî konferansê bûn. Bi minasebeta 24'ê Nîsanê salvegera Komkujiya Ermeniyan, konferansê bi deqeyekî rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re li ser kesên di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, sînevîzyon hat pêşandan. Tirkye û Ewropa di polê de man Di konfernasê de Ozturk Turkdogan mafê axaftinê girt û aşkera kir ku wan der barê komujiyên li Kurdistanê de raporek amade kiriye û ev rapor hin kesan cidî aciz dike, ji bo berpirsiyarên van komkujiyan bên darizandin ew dê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Turkdogan di axaftinên xwe de li ser hiqûqa Ewropayê û Tirkiyeyê jî sekinî û bi lêv kir ku Tirkye û Ewropa di aliyê hiqûqê de di polê demane. Turkdogan diyar kir ku ji ber peymanên der barê penaberan ên di navbera Tirkiye û Ewropayê de, Ewropa çavên ji nîv milyon kurdên di navaç çend mehan de ji cih û warên xwe hatine koçber kirin re daye girtin. 'Rakirina destnedanê dê şidetê kûrtir bike' Turkdogan da zanîn ku binpêkirina mafên mirovan di rêjeyeke cidî de ye û bal kişand ser mijara rakirina destnedana wekîlên HDP'ê jî û aşkera kir ku heke destnedana wekîlan bê rakirin, dê şidet hêj kûrtir bibe. Sommaruga: Ev sûcê mirovahiyê ye Parlamenterê Parlamentoya Federasyona Swedê Carlo Sommaruga jî bal kişand ser sînevîzyona ku di destpêka konferansê de hat pêşandan û tiştên ku temaşe kir bi van gotinan anî ziman: "Ev tiştên ku min dîtin sûcekî li dijî mirovhiyê ye. Ji ber van sûcan dê Tirkiye dir pêşerojê de li dadgeha navneteweyî bê darizandin. Ev tiştên ku qewimî ne di heman demê de qirkirina çandî ye. Em ji bo mijarê di cih da bişopînin, em dê heyeteke ji parlamenteran amade bikin û biçin Kurdistanê." (ms)