Kedkar di 1'ê Gulanê de ewlehiya xwe bixwe digirin 2016-04-24 11:00:37 ENQERE (DÎHA) - Ji 1'ê Gulanê re her çendî demek kin ma jî dê gelek rêxistinên kedê û karkeran li qadan daxwazên xwe bînin ziman. Hat diyar kirin ku dê di 1'ê Gulana îsal de kedkar û karker bi xwe ewlehiya xwe bigirin. Piştî teqînên li Sirûc, Amed û Enqereyê, êdî baweriya rêxistinên kedê bi ewlehiya dewletê nayê, di 1'ê Gulanê de 500 karker ewlehiya qada mitîngê digirin. Mitînga 1'ê Gulanê ya li Enqereyê, dê li Qada Kolejê bê pîrozkirin, xebatên ji hêla komîteya amadekra ve hatine destpêkirin berdewam dike. Yek jî xebatên herî girîng a komîteyê jî ewlehiya qadê ye. Piştî teqîna 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê, teqîna li Amedê di mitînga HDP'ê de û bi teqîna Sirûcê re, bi sedan welatî hatibûn qetilkirin û bi sedan jî birindar bûbûn. Rêxistinên kedê ji bo ewlehiya qadê dê 500 karkerî peywîrdar bike. Berdevkê Demê yê Platrorma Şaxa KESK'a Enqereyê Fevzî Yilmaz ku di heman demê de di Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê de jî cih digire, aşkera kir ku ew dê ewlehiya civakê teslîmê polîsan nekin. Yildiz da zanîn ku dê 1'ê Gulanê bi KESK, DÎSK, TMMOB û TTB re bi girseyî pîroz bikin, her wiha ji derveyî her çar sendîkayan, dê Turk-Îş jî beşdarî pîrozbahiyên wan be. Yildiz diyar kir ku bi sendikayên nêzên hikûmetê yên wekî Memur-Sen, Hak-Îş, Kamu-Îşê re ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê hevdîtin nehatine kirin. Walî bi awayekî keyfî Sihhiye red kir Yildiz der barê serlêdanên ji bo pirozkirina 1'ê Gulanê, yên bi Waliyê Enqerê re jî agahî da û destnîşan kir ku walî ji bo wan astengî derxistiye. Yildiz got ku wan di astên cuda de 3 caran bi walî re hevdîtin pêk aniye, lê di her hevdîtinê de Qada Sihhiyeyê li wan hatiye qedexekirin û ev tişt hat gotin: "Wekî qada alternatîf, çiqas qadên ku riyên çuyînê zehmet bin ew hatin pêşniyarkirin. Wekî pêşniyar jî qadên Tandogan û Kolejê hatin pêşniyarkirin. Nîqaşên ku hatin kirin de Qada Kolejê guncav hat dîtin." Ji bo 1'ê Gulanê xebatên awarte Yildiz got ku wan ji bo 1'ê Gulanê xebateke berfiher a afîş û belavokan jî daye destpêkirin. Her wiha li gelek herêman panel, gotobêj û civînên bi gel re jî tên li darxistin. 'Baweriya me bi ewlehiya walî û polîs nayê' Yildiz der barê mijara ewlehiyê de jî agahî da û bi lêv kir ku wan ji bo qadê jî xebat dane destpêkirin, dê ji bo ewlehiya qadê 500 kes bên peywîrdarkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dê di saetên serê sibehê de wekî Newroza Amedê li her derî lêgerîn bên kirin, dê noqteyên ku bi pirsgirêk bên tespîtkirin û qontrolkirin. Piştî lêgerîna polîsan, em ê jî lêgerînê pêk bînin. Em dê li rawestgehên metroyê, li koçe û kolanan hevalên xwe peywîrdar bikin û ewlehiya xwe bi xwe bigirin." (ms)