Li Sûrê kordînasyona jinê hate avakirin 2016-04-23 10:33:17 AMED (DÎHA) - Bi pêşengiya Navenda Jinê ya Amîda û Akademiya Jinê ji bo lêkolînkirina travamaya tu tê jiyîn û dermankirinê Kordînasyona Jinê ya Sûrê hate avakirin. Civaknas Ezgî Yalçin li hemberî xirikarina Sûrê bi gotina "Hûn dikarin cihê ku heyî tune bikin lê nikarin tiştên ku mirovan jiyankirine tune bikin" nerazîbûn nîşan da. Li navçeya Sûrê ya Amedê 146 roj in li 6 taxan dorpêç û xirakirin didome. Bi pêşengiya Navenda Jinê ya Amîda û Akadimeya Jinê Koordînasyona Jinê ya Sûrê hate avakirin. Koordînasyona ku rêxistinên jinan ên Amedê piştevaniyê didin, jinên ku li taxên neqedexe yên Sûrê bi malbatan re diaxive. Jin bi psikolog, civaknas û pisporên civakî re bi ekîban li taxan digerin û travmayên ku dijî dikin rapor. Dorpêç çiqas dirêj dibe travma jî zêde dibe Jinên ku xebatan dikin heta niha bi sedan jinan re hevdîtin pêk anîn li gorî rewşa travmayê jî dê dest bi dermankirinê bikin. Civaknasa Navanda Jinê ya Amîdayê Ezgî Yalçin li ser travmaya ku jin dijîn nirxandin kir anî ziman ku ligel li Sûrê tiştek tuneye jî dorpêç berdewam dike, ew tu wateyê nadin vê yekê travmaya ku welatî dijîn çiqas dorpêç dirêj dibe ewqas zêde dibe. Yalçin bilêv kir li Sûrê beriya dorpêçê têkîliyên civakî gelekî baş bû, mirov cihên ku lê dijîn meraq dikin û welatî ji bo bîranînên xwe bi bînin diçin cem xurdikan lê ji bo vê yekê jî destur nayê dayîn. 'Hûn nikarin tiştêk ku mirovanj iyan kirine bikirin' Yalçin destnîşan kir ku hovîtiya ku tê jiyînbûye pirsgirêkekî ku mirovan ber be sûc ve dibe û jiyana wan belaweya dike, li Sûrê tiştên ku tên jiyîn wekî zincîrekî bondorê li hemû civakê dike, ji bo ku mirov tiştên ku dijîn ve rû bi rû bibin divê qedexe bê rakirin û bi gotina "Hûn dikarin cihê ku heyî tune bikin lê nikarin tiştên ku mirovan jiyankirine tune bikin" li hemberî xirakirina li Sûrê nerazîbûn nîşan da. yalçin wiha berdewam kir: "Mirov dê biçin li ser ereziyên nû ji nû ve jiyana xwe ava bikin. Mirov naguhere, tenê tiştên heyî tên guhertin. Divê dewlet vî pêkûtiyê rake. Hûn nikarin tiştên ku mirov dijîn bikirin." 'Em ê mal bi asta travmayan lêkolîn bikin' Yalçan got ku jiyana ku li Sûrê mirov bi hevre dijîn ji aliyê sîstema dewletê ve nayê xwestin ji ber vê yekê jî bi vî xirakirinê re jî ev jiyan tê tunakirin. Yilçan diyar kir ku tê xwestin mirovan li sîteyan bi cih bikin rêxistinbûya wan bê tunekirin. Yalçin da zanîn ku tiştên uk li Sûrê tênj iyîn di jiyana mirovan de dibe sedema travmayên cidî û ew wekî rêxistinên jinan mal bi mal digerin û asta travmayê lêkolîn dikin ji bo ji holê bê rakirin jî dê dest bi xebatan bikin. (sa)