Demîrtaş: Yên hêjayî xelatê girtî, yên hêjayî ceza serbest in 2016-04-20 16:51:45 STENBOL (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş, "Nobeta Azadiyê" ya ji bo akademisyenên girtî hatiye destpêkirin ziyaret kir û diyar kir ku niha yên pêwiste girtî bin serbest in û yên pêwiste xelatê bistînin û hêjayî xelata aştiyê ne girtî ne. Demîrtaş, anî ziman ku niha 4 akademisyen girtî ne û dixwazin bi tirsê akademîsyenan têxin bin bandora xwe û wiha got: "Dibêjin me xelas kir. Divê êdî hûn gel nexapînin. Yek jê kurê wî di darbestê de ye, yek jî kurê wî li ser masa kumarê ye." Ji bo 4 akademîsyenên ku ji ber îmze avêtibûn deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sûcî" hatin girtin, "Nobeta Azadiyê" didome. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş, berî rûniştina akademîsyenan a di 22'ê Nîsanê de bê dîtin, "Nobeta Azadiyê" ya ji bo akademisyenên girtî li ber Girtîgeha Bakirkoyê hatiye destpêkirin ziyaret kir. Demîrtaş berî ziyareta Nobeta Azadiyê malbatên Gezî, malbatên komkujiya Pirsûsê, Dayikên Aştiyê û meclîsa Ciwanan a HDK'ê ziyaret kir. Dîsa dayika Berkin Elvan Gulsum Elvan û Sami Elvan ziyaret kir. Demîrtaş, piştre Nobeta Azadiyê ziyaret kir. Li vir pankartên "Aştî nayê dîlgirtin" û "Aştî de bi ser bikev" hat vekirin. Li ser navê akademîsyenan Latife Akyuz diyar kir ku di 22'ê Nîsanê de dê rûniştina dozê bê dîtin û kesên aştiyê dixwazin tên darizandin. Akyuz, bang li her kesî kir ku beşdarî rûniştina dozê bibin û piştgiriyê bidin akademîsyenan. Demîrtaş jî diyar kir ku niha yên pêwiste girtî bin serbest in û yên pêwiste xelatê bistînin û hêjayî xelata aştiyê ne girtî ne. Demîrtaş, anî ziman ku niha 4 akademisyen girtî ne û dixwazin bi tirsê akademîsyenan têxin bin bandora xwe û wiha got: "Dibêjin me xelas kir. Divê êdî hûn gel nexapînin. Yek jê kurê wî di darbestê de ye, yek jî kurê wî li ser masa kumarê ye." Demîrtaş, anî ziman ku akademisyen girtîne, lê kesên tecawizkar bin tên xelatkirin û wiha got: "Ger ku îro ne wisa bûya îro li Cizîr û Nisêbînê komkujî pêk nedihat. Dê îro mijara destnedayînê tune bûya. Niha li dijî HDP'ê 3 partî bûne yek. Lê em dibînin ku ji bo şer bûne yek. Niha akademisyen xwendekar, rojnameger girtî ne. Lê tecavuzkar serbest in. Destdirêjiya li hemberî jinê zêde bûye. Lê ew zatê li Qesrê gotinekê jî der bar vê yekê de nake. Ji ber di tarîkata wan de dizî, îstismara zarokan, nelirêtî di asta herî jor de ye. Dibe ku wan ji sedî 50 deng wergirtibin, lê ji sedî sed guhenê wan heye. Ew niha mizgeftan bombe dikin. Bi cenaezyên şehîdan propaganda xwe dikin. Bi gotinên "Em kevir li ser kevir serî liser mil nahêlin" fermana komkujiyê dide. Li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê bi hezaran xanî xera kirin. Mizgeft bi tang û topan xera kirin. (mae)