Hevpeymana Civakî ya Federaliyê tê nivîsandin 2016-04-19 14:43:57 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Li Rojava piştî dawîkirina rêzecivînên komkirina nêrînên der barê Hevpeyamana Civakî ya Federaliyê de, Komîteya Hevpeymana Civakî dest bi nivîsandina pêşnûmeya Hevpeymana Federaliya Demokratîk dike. Komîteya Hevpeymana Civakî ya di civîna yekemîn a Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava- Bakurê Sûriyeyê ku di 23-24’ê Adarê de li bajaroka Rimêlanê hatibû lidarxistin de hat avakirin. Komîteya ku ji 11 endaman pêk dihat plan kir ku bi hemû partî, sazî û rêxistinên siyasî, civakî û sivîl ên herêmê re bicive û nêrînên wan ên derbarê Hevpeyaman Civakî ya Federaliya Demokratîk wergire. Komîteyê civînên xwe yên komkirina nêrînên derbarê Hevpeymana Civakî, bi dawî kirin. Berhevkirina nêrîn û vedîtinan Komîte bi gelek hevbendî, tevger, rêxistinên ciwan û civakî û yekîtiyan re ji 6 partiyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), 5 partiyên Kombûna Demokrat û Çepgirên Kurd li Sûriyeyê, 5 partiyên Hevbendiya Niştimanî ya Kurdî, Partiya Yekîtiya Suryanî, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Demokratîk a Kurdî a Sûriyeyê, Kongira Star, Mala Êzidiyan, Yekîtiya Nivîskar û Rewşenbîrên Cizîrê, Yekîtiya Nivîskar û Rewşenbîrên ereb,Yekîtiya Ciwanên Rojava, nûnerên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriye, nûnerên pêkhateya çeçen û êlên kurd û erebên Cizîrê û hwd, re civiya û nêrînên wan derbarê Hevpeymana Civakî wergirtin. Parastina reng, deng û baweriyan Pêşniyarên ku ji aliyê van rêxistinan ve hatin dayîn piranî di çarçoveya çawaniya sazkirina têkiliyan di navbera pêkhateyên herêmê, makanîzmeya têkiliyên di navbera herêmên federal û navendê, makanîzmeya rêvebirina saziyên federaliyê, misogerkirina taybetmendiyên her netewe, bawerî û pêkhateyekê di hevpeymanê de û parastina mafê wekheviyê ji bo jinên herêmê, de digeriyan. Di çarçoveya van xalan de hin aliyan pêşniyar kirin ku têkiliya di navbera herêma federal û navendê de tenê li ser hîmê artêş, aborî û têkiliyên dîplomasî yên bi derve re pêk bên û hemû xebatên din ên civakî û çandî girêdayî karûbarên rêveberiya federal bin. Her wiha gelek aliyan xwestin rêgeza technocrat "pisporiyê" di rêvebirina saziyan de bê parastin û hersê rêveberiyên "Zagonsaz, Rêveber û Dadweriyê" ji hev bên cudakirin. Aliyê êzidî jî pêşniyar kir ku ola wan bi awakî fermî di Hevpeyaman Civakî de bê qebûlkirin û hemû rê û resmên olî yên ezdayetiyê û taybetmendiyên baweriya wan bên misogerkirin. Tevgerên ciwanan jî xwestin temenê ciwanan di cihên girtina biryaran de li şûna 20 weke 19 salî bê diyarkirin. Tevgerên jinan jî xwestin komîte di nivîsandina Hevpeyaman Civakî de xwe bispêre paradîgmaya azadiya jinê û parastina hawirdorê. Gavên amadekirina pêşnûmeya hevpeymanê Li gorî planameya destpêkê ya komîteyê ew ê di 24’ê Nîsanê de li hev bicivin, nêrîn û pêşniyarên heta niha hatine komkirin bînin gel hev û dest bi pêvajoya duyemîn a xebatê bikin. Di pêvajoya duyemîn ew ê komîte dest bi nivîsandina reşnivîsa Hevpeyamana Civakî ya Federaliya Demokratîk bike. Li gorî biryara Meclîsa Damezirêner divê pêşnûmeya hevpeymanê di demek kêmî 6 mehan de bê amadekirin. Li gorî çavkaniyên ji komîteyê, gelek hiqûqnas, parêzer û pispor wê di komîteya nivîsandina pêşnûmeya Hevpeyaman Civakî de amade bin. Hevpeymana Civakî ya Herêmên Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Piştî ku komîte pêşnûmeya Hevpeyaman Civakî amade bike, dê pêşkêşî Meclîsa Damezirêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê bike. Meclîs jî ji aliyê xwe ve di civînek fireh de pêşnûmeyê erê bike û weke Hevpeymana Civakî ya Herêmên Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê bipejirîne. (sa)