HDK: Di 1'ê Gulanê de em ê li Taksîmê bin 2016-04-18 13:42:44 STENBOL (DÎHA) - Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku şerê li Kurdistanê re jîngeha kedê jî di bin pêkûtiyê de ye ji bo ku îtirazî vê yekê bibin di serî de li Taksîmê û li her derê welat di qadên 1'ê Gulanê de bin. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û nûnerên hevparên HDK'ê têkîldarî 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li avahiya HDK'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel, Hevseroka Giştî ya ESP'ê Sultan ulusuy û Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Serpîl Kemalbay jî beşdar bûn. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît li vir axivî û diyar kir ku ew ê îsal bi slogana "Em ê li dijî şer, xirakirin û koletiyê li ber xwe bidin" dê li qadên 1'ê Gulanê bin. Koçyîgît anî ziman ku piştî ku AKP'ê li Kurdistanê şer da destpêkirin li dijî jîngeha kedê jî êrîş çêbûn. 'Bi şer re hemû mafên kedkaran jî ji destên wan hatin girtin' Koçyîgît ev tişt anî ziman: "Bi şerê ku hate destpêkirin ve li dijî jîngeha kedê jî pêkûtî hene. Li Kurdistanê mafê jiyanê yê karker û kedkaren û hemû mafên wan ji destên wan hatiye girtin. Têkoşîna demokratîkirina jîngeha kedê, divê bi têşonîna ji bo şertên mirovî, demokratîkbûna Tirkiyeyê û komarekî demokratîk re bê meşandin." Koçyîgît bal kişand li ser nîqaşên rakirina destnedayînên parlamenterên HDP'ê jî û got ku bi qutkirina dengê HDP a ku dengê kedkaran e bi guhertinên qanûn ve tê xwestin ku şert û mercên koletiyê li ser kedkaran bê ferzkirin. Koçyîgît got ku daxwaza derxistina HDP'ê ji meclîsê darbeya li dijî karkeran e, tê xwestin faşîzm bi cih bibe di encama vê de jî dê jiyana koletiyê ferz bikin. 'Em ê di 1'ê Gulanê de li Taksîmê bin' Koçyîgît diyar kir ku ew ê di 1'ê Gulanê de di serî Taksîm li hemû qadan bin û bang li hikûmet kir û xwest ku qadan ji karkeran re qedexe neke, Qada Taksîmê ji karkeran re veke. Koçyîgît bilêv kir ku ji bo di 1'ê Gulanê de derkevin Taksîmê bi hemû hêza xwev e têbikoşin. 'Şer li dijî karkeran jî hate vekirin' Serpîl Kemalbay jî anî ziman ku şer ne tenê li dijî gelê kurd li dijî hekû karker, kedkar, jin, betal û xinan hateyi vekirin, jîngeha kedê ya di bin pêkûtiyan de ye heye ev jî ji aliyê AKP'ê û Qestê re tê kirin. Kemalbay got ku qedexekirina 1'ê Gulanê tu caran nayê qebûlkirin, qanûna kolekirîne li meclîsê tê rawestandin heke derkeve dê hemû mafên kedkaran ji holê bê rakirin û wiha berdewam kir: "Em ê li hemû qadan bin. Ji bo berxwedana hevpar em ê di 1'ê Gulanê de li Qadên 1'ê Gulanê de bin." Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ulusoy jî diyar kir ku AKP û Qesr li Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê didomîne li rojava jî li dijî karker û kedkaran êrîşan pêk tîne. Ulusoy bilêv kir ku Taksîm di encama têkoşîna karkeran de hatiye qezenckirin qedexekirina vê yekê nayê qebûlkirin û ew ê li Stenbolê li Taksîmê bin. Endamê SYKP'ê Halît Elçî jî got ku heke 1'ê Gulanê ya cejna karker û kedkaran e bi têkoşîna demokrasiyê bibe yek dê wateya wî heye û xwest hemû kes di 1'ê Gulanê de derkevin qadan. (sa)