Yuksekdag: Dê dîsa têk biçin 2016-04-16 15:58:01 BURSA (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di Yekemîn Kongreya Awarte ya Bursayê de axivî û wiha got: "Gelek caran bibiryarbûna me ceribandin. Niha dîsa tiştên ku ceribandibûn derdixin pêşberî me. Hûnê dîsa têk biçin." Yuksekdag têkîldarî lihevkirina AKP, CHP û MHP'ê ya di mijara rakirina destnediyînan de jî nirxandina "dibêjin qey 3 şaşîtî bên cem hev dê rastiyetî bibe, lê HDP'ekî rast dê 3 şaşîtiyan berteref bike" kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag beşdarî Yekemîn Kongreya Awarte ya Bursayê bû. Kongereya HDP'ê ya Bursayê diyarî Ferdana Kiliç û kurê wê Nartan Kiliç ên ku di qatlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hate kirin. Bi rêzgirtinê û dirûşma "Şehîd namirin" ve kesên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Piştî hilbijartina dîwanê û axaftina hevserokê HDP'ê yê Bursayê Yuksel Akgun, Yuksekdag axivî. Yuksekdag bal kişand li ser polîtîkayên şer ê AKP'ê yên piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê û diyar kir ku AKP ji bo ku xwe di îxtidarê de bigire her çar aliyê welat kiriye cihê şewatê. Yuksekdag der barê êrîşên li dijî bajarên Kurdistanê jî nirxandin kir û wiha got: "Gelek caran bibiryarbûna me ceribandin. Niha dîsa tiştên ku ceribandibûn derdixin pêşberî me. Dîsa dixwazin hêza meya berxwedanê û sebra me bicirebînin. Lê hûn ê dîsa têk biçin. Jibilê êrîşê nikarin tiştekî bikin. Tekane pêkanînên vî hikûmetê şer û pevçûn e." 'Zarokên kurd ên ku hûn qetil dikin navê berxwedanê ne' Yuksekdag bilev kir ku ji 7'ê Hezîranê heta niha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane û wiha berdewam kir: "Di şerê ku ji me tolê digirin dan destpêkirin de me bi sedan canê xwe winda kir. Mirovahiya me, nirxên me yên dijîn kirin hedef. Ev îxtidara siyasî nahêle zarokên vî gelî mezin bibin. Dibêjin heke ev zarok kurd bin qetilkirina wan wacîb e. Bi sed sal in di nava şaşîtiyê de ne îro jî wisa ye. Ew zarok dê mezin bibin û îxtidara we ya zalim têk bibe.Zarokên kurdan ên ku di salên 90'an de bajarên wan hatin şewitandin, dayik û bavên wan xistin girtîgehan îro li çar aliyê jiyanê bûne navê berxwedanê, bûn navê serîntewandinê." 'Dê wekî yên beriya xwe bihelin û biçin' Yuksekdag bilêv kir ku AKP jî rêbezên îxtidara beriya xwe diceribînê û nirxandina "yên ku pirsgirêka kurd nekarîn çareser bikin û hewale kirin wekû cemehê heliyan û çûn. Dê îxtidara AKP û qesrê jî bihele. Yên ku îro şunde jî me tehdîd dikin ên ku berxwedêriya me diceribînin bila baş bizanibin ku ew planên tarî yên ji bo HDP'ê çêdikin dê bi serê wan de bê." 'Bêaqiliyê binêrin ku me bi destnedayînan tehdîd dikin' YUksekdag di axaftina xwe de bal kişand li ser nîqaşên rakirina destnedayînan jî û wiha berdewam kir: "Yên ku ligel hemû zor û zehmetiyan têkoşîna xwe didomînin ango me bi rakirina destnedayînan ve tehdîd dikin. Ma bêaqiliyê binêrin? Ey aqilên faşîst em ji we dipirsin dema ku me ew planên we yên tarî bi serê we de anî ma destnedayînên me hebû? Hûn ji her aliyê ve êrîş dikin, li her derê tên qetilkirin, di wan şert û mercan de jî me ahenda we xira kir. Me bi vî parlamenteyo ku wîdayên wî sîst bûye dest bi têkoşînê nekiriye. Me got em li her derê jiyanê hene." Yuksekdag têkîldarî lihevkirina AKP, CHP û MP'ê ya ji bo rakirina destnedayînan jî wiha nirxandin kir û got ku hersê partî li dijî HDP'ê bûne yek tekane armanca wan heye tasfiyekirina HDP'ê ye, dibêjin qey 3 şaşîtî bên cem hev dê rastiyetî bibe, lê HDP'ekî rast dê 3 şaşîtiyan berteref bike. Yüksekdağ, AKP, CHP ve MHP'nin dokunulmazlıkların kaldırılması noktasında ortaklaşmasına da sert sözlerle yanıt verdi. Yuksekdag di dawiya axaftina xwe de li dijî polîtîkayên şer banga berxwedanê kir. Di hilbijartina hate kirin de ji bo hevserokatiyê Yuksel Akgun û Fîlîz Erderoglu hatin hilbijartin. (sa)