Rêxistinên kedê: Em di 1'ê Gulanê de li Taksîmê ne 2016-04-15 13:45:43 STENBOL (DÎHA) - Biryara pîrozkirina 1'ê Gulanê ya rêxistinên kedê ên wekî KESK, DÎSK, TTB û TMMOB'ê ji hêla Serokê Giştiyê DÎSK'ê Kanî Beko ve bi daxuyaniyekî hat parvekirin. Di daxûyaniyê de hat diyarkirin ku di serî de li Qada Taksîmê, dê li çar aliyên Tirkiyeyê 1'ê Gulanê pîroz bikin. Beko bang li hikûmetê jî kir û got cihê Qada Taksîmê li kedkaran re qedexe bike, bila piştgiriya amedekariyan bike. Biryara pîrozkirina 1'ê Gulanê ya ji hêla DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê ve hat dayîn, bi daxûyaniyekî li Navenda Giştî ya DÎSK'ê ya li Şîşliyê bi civînekî hat parvekirin. Di civînê de Serokê Giştiyê DÎSK'ê Kanî Beko, Hevserokên Giştî yên KESK'ê Lamî Ozgen û Şaziye Kose, serokê duyemîn ê TTB Prof. Dr. Raşît Tukel, Serokê TMMOB'ê Mehmet Soganci û rêveberên DÎSK'ê jî beşdar bûn. Biryara hev beş ji hêla Kanî Beko ve hat xandin û ev tişt hat gotin: "Dem dema ji bo xwedîderketina ked, aştî û demokrasiyê, li dijî faşîzim û metîngeriyê têkoşîn e. Di 1'ê Gulanê de gotina kedkaran heye û soza wane bilindkirina têkoşînê heye." Beko bi lêv kir ku di dîroka welat de êrîşa herî mezin li dijî kedê pêk hatiye û wiha pêde çû: "Di dîrokê de sûcê herî mezin û biryara kolekirinê di Buroyên Îstîhdamê yên Taybet de bi qanûnê hat misogerkirin. Kesên berî hilbijartinê soza "qadrobûna taşrontiyê" dabûn li ser sozên xwe nesekinîn. Îro mirinên karkeran di asta komkujiyan de ye." Beko di dirêjiya axaftina xwe de got ku bi biryara qedexeya li ser taxan re sûcê mirovahiyê hatiye kirin û ji ber van rêbazan mafê gel yê tendûristî û perwerdeyê hatiye xespkirin. Beko bal kişand ser şer û pevçûnan jî û aşkera kir ku di şer de karker û xizan jiyana xwe ji dest didin, ji vê yekî jî desthilatdarî ji bo hêzê bi dest bixe berê tabûtan didin malên xizanan û xwest di 1'ê Gulanê de xwedî li aştiyê bê derketin. ‘Em ji bo demokrasiyê li qadan e.' Beko destnîşan kir ku desthilatdariya siyasî her kesê muxalîf wekî dijmin îlankiriye û girtina rewşengîrên ku xwedî li aştiyê derketin jî bi bîr xist û wiha pêde çû: "Bifikrin ku rewşenbîr û mamosteyên li vî welatî aştî xwestin, daxwaza zanîngehên demokratîk kirin, parêzerên ku ev maf parastin, dîsa kesên ku ji derveyî talîmata desthilatdariyê nûçe çêkirin, kesên tacîz û tecawiz şermezar kirin hemû wekî dijmin hatin îlankirin. Divê di 1'ê Gulanê de xwedî li demokrasiyê bê derketin. Beko anî ziman ku di serî de ev 4 rêxistinên kedê, divê hemû kedkar di 1'ê Gulanê de li Qada Taksîmê û li tevahiya Tirkiyeyê li qadan bin û bang li hikûmetê jî kir ku beyî ku qedexeyê derbixe divê piştgiriyê bide amedekariyên 1'ê Gulanê. Beko bi lêv kir ku xebatên wan berdewam dikin û axaftinên xwe wîha berdewam kir: "Dê di rojên pêş de ji bo 1'ê Gulanê bibe yekitiya ruhî û têkoşînê em dê bi partiyên siyasî re bên gel hev. Armanca me ew e em 1'ê Gulana 2016'an di serî de li Qada Taksîma Stenbolê û li tevahiya Tirkiyeyê di nava biratî û aştiyê de pîroz bikin. Pêdiviya gelê Turkiyeyê bi têkşîna hev beş û piştgiriyê heye. Divê her kes piştgiriyê bide vê têkoşîna hev beş. Bijî yekitiya karkeran. Bijî biratiya gelan." Beko herî dawî got ku dê îro pêde di serêrî de Walî û kesên eleqedar re serlêdana hevdîtinê pêk bînin, heke serlêdan bê encam bimînin dê serî li Wezareta Karên Hundur bidin û daxwaza hevdîtinê bikin." (ms)