Jin li MorFest'ê dicivin 2016-04-15 09:18:47 STENBOL (DÎHA) – Jinên li Stenbolê ji bo xwedî li jiyanê derkevin bi dirûşma "Ev jiyan a me ye" roja Yekşemê di çalakiya MorFest de dicivin. Dildara MorFest'ê Çagla Akdere got ku "Em ji bo ku bi hevgirtina jinê hebûna xwe biparêzin kom dibihn" û banga tevlîbûna festivalê li hemû jinan kir. Li gel ku ji ber polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê welatî bi fikar in ku derkevin kolanan, jinên li Stenbolê amadekariya festivaleke jinan dikin. Jinên Stenbolê roja Yekşemê bi dirûşma "Ev jiyan ya me ye" di MorFest de dicivin. Dê festival li parka Abbasaga ya Beşîktaşê saet di 13.00'an de destpê bike û di gelek mijaran de xebatên atolyeyan were kirin. Di bernameya festivalê de ji xebatên atolyeyan heya foruman gelek çalakî cih digirin û dê festival bi konserek bi dawî bibe. Dildara MorFest'ê Çagla Akdere der barê festivalê de agahî dan. 'Emê giyana azad a jinan derxin holê' Akdere bibîrxist ku di 8'ê Adarê de li gel hemû qedexeyan jî hemû deran veguherandine qada pîrozbahiyê û vê helwestê di Meşa Şevê ya Femînîstan de jî dubare kirine û wiha pê de çû: "Dema ku me nîqaşa 'Gelo em dikarin giyana azad a jinan ku li jiyanê xwedî derdikeve derxin holê' dikir, me biryar da ku em jinan di çalakiyek de kom bikin." 'Jin bi hevgirtinê xurt dibin' Akdere anî ziman ku jin dikarin bi hevgirtinê li ber polîtîkayên zextê bisekinin û wiha berdewam kir: "Em ji bo bi hevgirtina jinê hebûna xwe biparêzin kom dibin." Akdere da zanîn ku festivala ku li Stenbolê cara yekem pêk tê destpêkek biçûk e û ew dixwazin ku ev festival li her derê Tirkiyeyê belav bibe û wiha got :"Me bi komek biçûk re gava yekemîn avêt. Divê ev gav mezintir û xurttir bibe. Ji ber ku em bi hevgirtinê xurt dibin." Akdere herî dawî bang li hemû jinan kir ku di 17'ê Avrêlê de tevlî çalakiyên festivalê bibin. (sy)