Siyasetmedarê kurd: Bi operasyonan nikarin me ji doza me dûr bixin 2016-04-14 14:48:33 AMED (DÎHA) - Operasyonên siyasî yên li dijî siyasetmedarên kurd hatin şermezarkirin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, diyar kir ku di sala 2009'an de jî bi operasyonên KCK'ê xwestin wan ji siyaset û tekoşînê dûr bixin, lê bi operasyonên qirkirina siyasî nikarin wan ji doz û têkoşinê dûr bixin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku di sala 2009'an de di operasyonên KCK'ê de bi hezaran siyasetmedar hatin girtin, lê dîsa nekarîbûn serê kurdan bitewînin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken jî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ligel hemû hewldanên xwe nikare kurdan ji daxwaza wan a statuya azadiya kurdan paşve bixe. Operasyonên qirkirina siyasî ya li hemberî kurdan berdewam dike. Li hemberî operasyonên qirkirina siyasî bertek û nerazîbûn jî zêde dibe. Di 2009'an de, di bin navê operasyona KCK'ê de bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin girtin. Di operasyonên KCK'ê de hêrs û bertekên gelê kurd derket asta herî jor. Niha jî dîsa siyasetmedarên kurd tên girtin. Di rojên dawî de li dijî DBP, KJA û HDP'ê operasyon, binçavkirin û girtin zêd bûn. Li hemberî van girtin û binçavkirinan bertek zêde bûn. Siyasetmedaran diyar kirin ku operasyonên niha û operasyonên KCK'ê yên 2009'an dişibin hev. Hevserokê Giştî yê DBP'ê yê Kamuran Yuksek, diyar kir ku bi operasyonên siyasî dixwaze DBP'ê bê tesîr bikin û derxin dervê siyasetê. Yuksek, anî ziman ku operasyonên niha jî wekî yên berê tu bingehê wan ê hiqûqî û zagonî tune û wiha got: "Heta niha li bajar, navçe û gundan bi sedan hevalên me yên siyasetmedar hatin binçavkirin û girtin. AKP îro dixwaze li şûna girtina partiya me, bi girtina siyasetmedarên me, me bê tesîr bike. Lê em vê yekê qebûl nakin. Çawa me di 14'ê Nîsana 2009'an de li dijî vê yekê di berxweda, em dê niha jî di ber xwe bidin.' 'Bi operasyonan nikarin kurdan ji azadiya wan qut bikin' Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî bertekên xwe anî ziman û diyar kir ku çawa di operasyonên 2009'an de kurd ji doz, têkoşîn û azadiya wan dûr nexist, dê niha jî nikaribe kurdan ji doz û azadiya wan dûr bixe. Guven, anî ziman ku dixwazin bi van operasyonan serê kurdan bitewinin, lê kurd serî natewînin. Guven, da zanin ku AKP di 2009'an de xwest wekî tarza Sri Lanka kurdan di bajaran de bifetisîne û li çiya jî PKK'ê îmba bike û wan bike koleyê xwe, lê dê nikaribe kurdan ji daxwaz û têkoşîna azadiyê dûr bixe. Guven, anî ziman ku AKP'ê û cemaetê di 2009'an de hevpar operasyon pêk anîn û niha jî dîsa operasyonan pêk tîne û feraseta wan a li hemberi kurdan nehatiye guhertin. Guven, hişmendiya AKP'ê rexne kir û destnîşan kir ku bi vê hişmendiya înkara siyastê û topbarankirina bajarên kurdan nikare bi ser bikeve û nahêje armanca xwe. Guven, anî ziman ku çareserî hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan re derbas dibee. Baluken: Nikarin kurdan ji daxwaza wan a statuyê dûr bixin Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken jî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ligel hemû hewldanên xwe nikare kurdan ji daxwaza wan a statuya azadiya kurdan paşve bixe. Baluken anî ziman ku dixwazin bi van operasyonan milê kurdan ê siyasî bişkînin û wan bê siyaset bihêlin. (mae)