Bayik: AKP dê di nava tekoşîna kurdan de tune bibe 2016-04-14 12:58:49 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di gotara xwe ya Rojnamya Azadiya Welat de bal kişan ser polîtîkayên AKP'ê û diyar kir ku AKP dê di nava têkoşîna kurdan de tune bibe û bihile. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ku her hefte ji Rojnameya Azadiya Welat re dinivîse, di gotara xwe ya vê hefteyê de bal kişan ser polîtîkayên AKP'ê û diyar kir ku AKP dê di nava têkoşîna kurdan de tune bibe û bihile. Bayik di gotara xwe de êrîşên AKP'ê yên ji bo tinekirinê û berxwedana têkoşîna azadiyê ya Kurd nivîsand. Bayik diyar kir, gotina Erdogan a 'ya wê serî bitewînin an jî wê serî bidin' di nava gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd de rê li ber helwest, biryardarî û vîneke hîn xurt a têkoşînê vekiriye. Nivîsa Bayik a bi serenavê "AKP wê li bin guhê hêza berxwedanê bikeve" bi vî rengî ye: "Dewleta Tirk ketiye nava rewşeke aloz a şerkirina bi rastiyan re. Li gorî xwe difikire ku ew ê rastiya Kurd ji holê rake. Bi subjetîvîzmê (nerîna yekalî) dema dibêjin ew ê tine bibe, difikirin ku wê karibin Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan tine bikin. Di nav wê xefletê de ne, difikirin ku beyî qebûlkirina nasname, ziman, çand û îradeya xwerêveberiyê wê karibin Kurdan bi pergala siyasî ya heyî ve entegre bikin. Bi vê nêzîkatiyê ne tenê bi rastiya ku nikare were tinekirin re şer dikin, di heman demê de li dijî herka dîrokê hewl didin û bi ruhê demê re di nav nakokiyê de ne. Bi vê feraset û helwesta xwe mîna ku zilmê li Kurdan dike, gelên Tirkiyeyê jî dikişîne nav qeyranê û verdigerînê civakeke travmatîk a ji aliyê derûnî ve nexweş. Desthilatdariya AKP’ê ya niha hem basîret an hevsengiya xwe winda kiriye hem jî bûye esîrê gotin û paradîgmaya ku wê bi xwe afirandiye. Ji ber ku xwe bi teahutên pêk neyên girê da, êdî ji çarenûsa ku bi xwe dawiya xwe bîne nikare rizgar bibe. Desthilatdariya AKP’ê ji ber ku wê nikaribe tevkujiya li dijî Kurdan a daye ber xwe bigihîne encamê, têgihiştin û polîtîkaya wê ji aliyê siyasî ve wê bi tinebûnê re rûbirû bimîne. Ji ber ku gotina, ‘yan wê serî bitewînin, an wê serî bidin’ û israra di helwesta bi vî rengî de wê encameke cuda bi xwe re neyîne. Ev 90 sal in tevî hemû zilm, zext û êşên kişandin jî gelê Kurd ji her demê bi hêztir di jiyana azad û demokratîk de israr dike û îradeya xwe ya di vî warî de raxistiye ber çavan. Zanistiya 50 salên dawî, bi rêxistinbûyîn û têkoşîna xwe îradeya jiyana azad ewqasî kûr û belav kirine, êdî ne mimkûn e ku karibin vê îradeyê bişikînin û polîtîkayên tevkujiyê bimeşînin. Dibe ku Kurd hinekî din êşê bikişînin lê belê wê gihiştina wan a jiyana azad û demokratîk nikaribe were astengkirin. Di dawiya dawî de neçar bimînin li paradîgmaya welatê hevpar û neteweya demokratîk a meclisa sazûmankar a 1920’î mîna îrade derxistibû holê wê were vegerandin. Niha di asta îro de be jî meclisa sazûmankar a 1920’î di mijara neteweya demokratîk de bingeh û îradeyeke girîng derxistibû holê. Tirkiye yan wê paradîgmaya welatê hevbeş û neteweya demokratîk hilbijêre yan wê di nav fetlînokeke jêneder de pêvajoya şer bidomîne. Ji ber ku nêzîkatiya yan hûn ê serî bitewînin, an jî hûn ê serî bidin tê wateya şerê mayînde yê li dijî Kurdan. Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd hewl dide bi têgihiştina neteweya demokratîk Tirkiyeyê bigihîne qonaxa aştî, aramî û bihêzbûnê. Lê belê AKP’ê civakê ji gelek aliyan ve parçe dike û bi vê yekê re polîtîkaya di nav şerekî mayîndehiştina Tirkiyeyê dişopîne. Desthilatdariya AKP’ê û Tayyîp Erdogan ê ji ber ihtîrasên xwe çavên wî kor bûne, îradeya Kurdan a ji bo Tirkiyeya demokratîk, jiyana azad û demokratîk mîna cudaxwazî nîşan didin bi vê yekê re gelên Tirkiyeyê dixapînin û Tirkiyeyê mehkûmî êş û azarên mayînde dikin. Feraseta salên 1990’î jî digot an hûn ê serî bitewînin, an jî hûn ê serî bidin. Tiştên ku Tayyîp Erdogan û Davutoglu dibêjin wê demê rojane dihatin dubarekirin. Ji ber vê yekê jî Tayyîp Erdogan û Davutoglu tiştekî nû nabêjin. Lê belê cudabûneke wê demê û roja me heye. Ev jî ew e ku Kurd li gorî wê demê zanatir in, bi rêxistinkirî û bihêztir in. Ji ber vê yekê jî bersiva ku Kurd ji gotina yan wê serî bitewînin, an jî wê serî bidin re bidin ev e; Yan wê pirsgirêka Kurd çareser bikin û Kurd wê bigihijin jiyana azad û demokratîk, an jî desthilatdariya AKP’ê wê têk biçe! Gotina Tayyîp Erdogan a 'Yan wê serî were tewandin an jî serî wê were dayîn' di Tevgera Azadiyê û gelê Kurd de îrade û helwesta bi biryartir meşandina têkoşînê derdixe holê. Li dijî vê feraset û polîtîkayê wê têkoşîneke bi biryartir bê meşandin. Têgihiştin û polîtîkaya ku AKP’ê nîşan dide careke din nîşan dide ku biryara Tevgera Azadiyê û gelê Kurd a bilindkirina têkoşînê çiqasî di cih de û rast bû. Li dijî êrîşên têkbirinê yên desthilatdariya AKP’ê ji 24’ê Tîrmehê ve dimeşîne, bi derxistina ders û encamên ji berxwedana salekê re wê têkoşîn bi rêbazên dewlemend û afirîner bidome; AKP wê di gera jêneder a gotin û polîtîkayên wê mehkûmî têkçûnê bê kirin. Hikûmeta AKP’ê çiqas dixwaze bila biqîre, bang bike, her cure endamên şerê kirêt bide kêleka xwe û bi dijminê Kurdan re hevkariyê bike jî wê ji vê çarenûsê rizgar nebe. Bi gotin û kirinên xwe diyar dibe ku êdî desthilatdariya AKP’ê wê bi ti bang, gotin û helwestê were nîşandan ji polîtîkaya jêneder a ketiyê gavê bi paş de navêje. Desthilatdariya AKP’ê tenê û tenê dikare bi têkoşîna li her qadê û ji her alî ve were pêşxistin bê têkbirin. Ji ber vê yekê bi bangên windakirina demê tê wateya xwe xapandinê û di nav bendewariyên vala de hiştina gel. Hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û hemû hêzên rêxistinkirî yên gelê Kurd divê bi rêbazên dewlemend, afirînerî û pir alî têkoşînê bilind bikin û bi vê yekê bihêlin desthilatdariya AKP’ê ya faşîst û êrîşkar a dibêje yan hûn ê serî bitewînin an serî bidin li bin guhê hêza berxwedanê bikeve û ji hev bifeşkile, parçe bibe." (mae)