Qeraxa Çaltilidereyê emanetê kirêtiyê ye 2016-04-14 09:17:56 ÎZMÎR (DÎHA) - Qeraxê bakurê behra Egeyê ku nêzî salekê ye bi qirkirina xwezayê dikeve rojevê niha jî bi kirêtiya fabrîkayan dikeve rojevê. Welatiyên ku li peravên behrê dijîn diyar kirin ku bermahî û molozên fabrîkayan bi awayekî veşartî li peravên behrê têne valakirin û kirêtiya bermahiyan bandoreke neyînî li wan dike. Erîşên derdorên dewlemend ên aligirên AKP'ê yên li ser xwezaya peravên bakurê behra Egeyê ya ku nêzî salekê ye bi qirkirina xwezayî tê rojevê didomin. Ligel ku projeya Fabrîkaya Çîmento ya ku dihat xwestin li Bergama Zeytindagê bê çêkirin û her çiqas ji aliyê dadgehê ve hat rawestandin jî li herêmê ji ber kar û xebatên zêde yên sanayiyê kirêtî berdewam dike. Valakirina moloz û bermahiyên fabrîkayan a li gundê Çaltilidere ya li ser rêya Îzmîr û Çanakaleyê ya di navbera Alîaga û Bergamayê de dîmîne ji aliyê hin kesan ve ev pêk tên. Bermahiyên ku li nav zeviyan hatine valakirin bilindbûne û peravê behrê yê li gundê Çaltilidereyê jî ji ber valakirina zêde ya moloz û bermahiyan roj bi roj ber bi ji peraviyê derdikeve. Li aliyê din li herêmê beriya niha li nav daristanan jî bermahî hatine valakirin û ev rewş bûye sedema bertekan. Moloz û bermahiyên ku têne valakirin ne diyar e ku ji aliyê kî/kê ve têne valakirin. Lê tê texmînkirin ku di derengiya şevê de ji aliyê fabrîkayên ku li herêmê hene ev moloz û bermahî têne valakirin. Her wiha tûnebûna ronîkirinê ya li peravan jî tiştekî balkêş e. Kirêtî tenduristîya mirovan tehdît dike Hemwelatiyên gundên Çaltilidereyê ji ber valakirina moloz û bermahiyan gelek aciz in. Her çiqas gelê herêmê ji ber valakirina moloz û bermahiyan gelek caran fikarên xwe bi rayedaran re parve kirine hê jî valakirin didome û tenduristiya mirovan tehdît dike. Bermahiyên ku têne valakirin pirî caran bi bayê re dikevin malan û li ser jiyana nebatan bandoreke neyînî dike. Li herêmê ji ber valakirina moloz û bermahiyan çûyina zarokan a ber peravên behrê hatiye qedexekirin. Jiyana xwezayî di bin tehdîtê de ye Her wiha dîsa ji ber valakirina moloz û bermahiyan a li peravên behrê gelek masî jî dimirin. Naylonên bermahiyan ên ku bi bayê re diçin nava zevî û çandiniyan dibin sedema mirina sewalan. Herî dawî beriya çend mehan li peravên behrê kosiyê behrê yê bi navê Caretta Caretta yê ku nifşê wî ber bi tûnebûnê ve diçe bi awayekî mirî hatibû dîtin. Gelên herêmê ragihandin ku li gel ku wan ji bo çareserkirina pirsgirêkê serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Alîagayê daye jî tu bersiv negirtine. Gelên herêmê xwestên ku pirsgirêka valakirina moloz û bermahiyan bê çareserkirin û gelê Îzmîrê banga hestiyariyê kir. (ke/red)