'Me bi EKOJIN'ê re şoreş pêk anî' 2016-04-14 09:15:15 MÊRSÎN (DİHA) -Jinên ku ji bo aboriya alternatîf xebatan dimeşînin xwe bi komuna EKOJIN'ê bi rê ve dibin û bi rêya Kooperatîfa Jinê ya DEMETER'ê dest bi firotina berhemên ku çandine dikin. Jinên ku armanca wan zindîbûna jiyana komun e dibêjin: 'Her şoreş bi pêngavên biçûk dest pê dike. Me jî bi vî awayî dest pê kir û şoreşa zîhnî pêk anî." Jinên ku li Mêrsînê bingeha modela aboriya alternatîf avêtin dixwazin keda jinê bidin der. Jinên ku ji bo firotina berhemên xwe xebatên Kooperatîfa Jinê ya DEMETER'ê dikirin xebatên xwe bi dawî kirin û li benda encamên lêkolîna wezaretê ne. Jinên ku ji bo vekirina kooperatîfê bi 10 endamên damezrîner serî li wezaretê dan, li navenda bajar ji bo firotina keda xwe ya ku xwe bi xwe diafirînin dikanek kirêkirin û navê EKOJIN li dikana xwe kirin. Endama damezrîner a kooperatîfê Nazlı Özdemir da zanîn ku xebatên xwe yên kooperatîfê bi dawî kirine û armanc ew e ku heta 15 rojan kooperatîfa xwe vekin. Ozdemîr bi lêv kir ku di kooperatîfa wan de atolyeyên cil û berg, zêr û ziber, xwarin, dirûtin û çente hene. 'Me ji hev hêz girt' Ozdemir diyar kir ku wan bi xawrinên demsalî dest bi xebatên komunê kirine û bi demê re komunê xwe ber bi kooperatîfbûnê birine û wiha pê de çû: "Her jinek bi berhemên xwe yên hilberandî dê bibe şirîkê dikanên ku em ê vekin." Ozdemir dest nîşan kir ku ew di destpêka xebatên xwe yên komunan de rastî zehmetiyan hatine û ev tişt gotin: "Me her çiqas serê ewil di hilberîna xwe ya li hemberî pergela kapîtalîst de zor û zehmetî kişandibin jî em bi demê re bi xebata xwe ya hevbeş li hemberî pergala kapîtalîst bi ser ketin." Ozdemir got ku ew ji roja ku bi dest avakirina komuna kirine heta niha bi jinan re di nav hevpariyê de ne û ev tişt anî ziman: "Me têkoşîna bi pergalê re wekî hedef da ber xwe û bi hêza hevgirtina jinê re alternatîfek ava kir." 'Me dawî li feraseta milkperestiyê anî' Endama damezrîner a kooperatîfê Esra Harman Azdî anî ziman ku wan bi jinên ku di malên xwe de hilberînê dikin re dest bi xebatan kirine û wiha domand: "Me qet hesabê ku em ê rojan e çiqas kar bikin nekir. Di kooperatîfbûnê de havilkarî ne armanca yekemîn e. Dema ku em jin di hatin cem hev me pirsa ku em karin çibikin ji hev di pirsî û diketin nav liv û tevgerê." Azdî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser aliyê hîndekariya komunan û ev tişt vegotin: "Dema ku em dest bi tiştekî dikin di serî de pirsa 'Ka gelo em karin vî karî bikin' ji xwe di pirsin. Em paşê bi hêza ku didine hev karê xwe dikin." 'Me pêşî şoreş ji xwe da dest pê kirin' Azdî, da zanîn ku wan ji bo maxazaya ku vekin ketine nava xebatek mezin û wiha got: "Hemû jinên taxan temenê wan biçûk bin jî ji bo EKOJIN'ê ketin nava hewldan û xebatan. Xebatên me yên komîna jinan hem bi hev re û hem jî bi malbatan re em weki malbatekê digirin dest." Azdi, anî ziman ku wan bi vê hilberînê parvekirin û temaskirin û hîskirina hevdû fam kirine. Azdî, diyar kir ku di bingeha wan de her dem hilberîn û parvekirin heye û wiha berdewam kir: "Jin bi hester û hezkirina jiyana komunî piştgiriyê didin me. Em dixwazin ji nû ve jiyana komunî bi pêş ve bixin û geş bikin. Ji bo me ev şoreşeke mezin e. Hemû şoreşên mezin bi gavên biçûk dest pê dikin. Me jî şoreşa hişmendiyê bi jinê bi pêş xist û em bi ser ketin. Jin bi vê yekê kêfxweş in." 'Me bi aboriya xwe parastina xwe ya rewa xurt kir' Azdî dest nîşan kir ku bi komunbûna xwe hêza xwe ya aborî xurt kirine û bi rêya xurtkirina aborî û komunê hêza parastina xwe jî xurt kirine û wiha dawi li axaftina xwe anî: "Di pêvajoyên rêveberiyên cewherî de em bi awayekî hêziyî ketin nava jiyanê. Niha pêdiviya me bi pereyên zêde tune ye. Ji xwe em li dijî pergalên ku pêdiviya wan bi pereyên zêde hene re têdikoşin. Dema xaniyek tê avakirin, bi tûxlayekê diwar nayê avakirin. Lê her kevirek li ser kevirê din tê zêdekirin, wê demê dîwar bilind dibe û xuya dibe. Aboriya ku em ava dikin jî li ser vê bingehî bi pêş dikeve." (ke/red)