2 hezar kedkarên tenduristiyê ji kar hatin derxistin 2016-04-13 20:01:57 RIHA (DÎHA) - Şaxa SES'ê ya Rihayê, diyar kir ku li Rihayê 2 hezar karkerên tenduristiyê yên bi SGK'ê re peyman çêkirine ji kar hatin derxistin û betal hatin hiştin. Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiya Civakî (SES) ya Rihayê, têkildarî ji kar derxistina kedkarên tenduristiyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Hevserokê Şaxa SES'ê ya Rihayê Reşat Dogan, diyar kir ku Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) bê hincet peyman fes kiriye û 2 hezar karkerên tenduristiyê ji kar derxistiye û kedkarên tenduristiyê betal hiştiye. Dogan, anî ziman ku ji ber peyman hatiye feskirin karker betal mane û mexdûr bûne. Dogan, anî ziman ku ev fesihkirina peymanê keyfî ye û nayê qebûlkirin. (mae)