DÎSK ji bo 1'ê Gulanê dicive 2016-04-11 11:16:46 STENBOL (DÎHA) - Ji ber polîtîkayên AKP'ê di salên dawî de 1'ê Gulanê her sal tê qedexekirin, ji bo bernameya 1'ê Gulanê dê Lîjneya Serokatiya DÎSK'ê îro bicive. DÎSK, dê di vê civînê de cihê pîrozkirina 1'ê Gulanê dê li Taksîmê be an na diyar bike. Di salên dawî de ji ber polîtîkayên AKP'ê Roja Kedkarên Cîhanê her sal rastî qedexeyan tê. Ji bo pîrozbahiyên îsal saziyên kedê û partiyên siyasî dê di hefteya pêşîn de di nava tevgerê de bin. Pêşengiya pîrozbahiyan ku ji hêla Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) ve tê kirin. DÎSK, dê îro saet di 13.00'an de li Navenda Giştî ya li Şîşliyê Lîjneya Serokatiyan de bên gel hev. Piştî civînê dê pirozbahî li Taksîmê bên kirin an na dê biryara wê ji raya giştî re bê parvekirin. Her wiha duh Serokê CHP'a Stenbolê Cemal Canpolat jî di Rojnameya Cumhuriyetê re axivî bû û diyar kiribû ku pîrozbahiyê 1'ê Gulanê li ku diyar bikin em dê li wir bi milyonek kesî re pîroz kin. (ms)