Îsraîl welatiyên xwe hişyar kir: Tirkiyeyê biterikînin 2016-04-09 09:16:21 ENQERE (DÎHA) - Buroya Mucadeleya Bi Terorê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê, ji hemwelatiyên xwe yî li Tirkiyeyê xwest ku di demek kurt de Tirkiyeyê biterikînin. Ji ber teqîn û pevçûnan gelek welatan hemwelatiyên xwe yî li Tirkiyeyê hişyar kiribûn da ji Tirkiyeyê biterikînin, li gel van welatan Îsraîl jî welatiyên xwe hişyar kir. Buroya Mucadeleya Bi Terorê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê, ji ber teqîn û êrîşên li Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ji welatiyên xwe xwest ku Tirkiyeyê biterikînin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Xetere, li Tirkiyeyê hemû navendên turîstîk dihebîne. Divê îsraîliyên li Tirkiyeyê ji navendên turîstîk dûr bikevin, guh bidin hişyariyên rayedarên herêmî û em dixwazin welatiyên me demildest Tirkiyeyê biterikînin." (red)